Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de ye: Em ê destpêkek nû bikin

img
ENQERE - Delegeyê Kongreya Partiya Çepên Kesk Emîr Alî Turkmen diyar kir ku ew ê destpêkek nû bikin û got: “Em ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan polîtîkayên bi bandor bikin.” 
 
Konferansa Mezin a Partiya Çepên Kesk a di çarçoveya pêvajoya jinûveavakirinê û rêxistinkirinê de li dar dixe di roja duyemîn de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Enqereyê berdewam dike. 
 
Delegeyê Kongreya Partiya Çepên Kesk Emîr Alî Turkmen pêvajoya konferansê û xeta têkoşîna li pêşiya wan nirxand. Turkmen anî ziman ku ew pêşniyar û rexneyên ji civînên gel derketine pêş esas digirin û got: “Pêr û betirpêr konferansa me ya jinan jî hat lidarxistin. Em niha jî konferansa xwe ya mezin li dar dixin. Em vê konferansa xwe ji bo em ê xeta xwe ya têkoşînê çawa deynin ber xwe nîqaş dikin û biryaran bigirin.” 
 
'ME BI GEL RE BIRYARAN GIRT’ 
 
Turkmen da zanîn ku ew bi vê konferansê dixwazin rewşa xwe ya rêxistinê, demokrasiya piranîgir, têkoşîna li dijî faşîzmê û xetên polîtîk dê çawa bibe nîqaş dikin û wiha got: “Me wek van sernavan bi gel re jî nîqaş kir û biryaran girt. Em ê di encama van nîqaşên xwe de kongreya xwe ya giştî li dar bixin û em ê rêziknameya partiyê biguherînin. Em ê destpêkek nû amade bikin û dest bi xebatan bikin. Ji bo li ser vê erdnîgariyê berxwedan û pêvajoya têkoşîna jinûveavakirinê bi awayek xurt derbas bibe, çi ji destê me were em ê bikin.” 
 
‘EM Ê POLÎTÎKAYÊN BI BANDORTIR BIKIN’ 
 
Turkmen anî ziman ku piştî civînên gel û konferansan dê li gelek qadan xurtir bibin û diyar kir ku ew ê vê xurtkirinê civakî bikin. Turkmen wiha got: “Rexne û xwerexne rêya jiyana me ye. Bi rastî em bi gelê xwe re hewl didin jiyanek xweştir û baştir ava bikin. Pirsgirêkên sereke yên ku me destnîşan kirin û qadên ku em ê xurt bikin ev in; Ji bo avakirina xwe ya rêxistinî ji nû ve binirxînin û mezin bikin. Ji bo civakbûna qada siyasî ya bingehîn a tevgera gelê me qadan ava bikin. Ji bo hin tifaqên ku me di hilbijartinê de çêkirine ji nû ve ber çavan re derbas bikin û bi beşên cuda yên civakî re îmkanên avakirina tifaqa demokratîk ava bikin. Li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk ev demeke dirêj e em hewl didin. Me fêm kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd polîtîkayên bi bandor nayên meşandin. Ji ber ku îro pirsgirêka kurd çareser nebûye, li Tirkiyeyê jî gelek pirsgirêk nayên çareserkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ji gel re vebêjin, em ê di dema pêş de polîtîkayên bi bandortir bikin. Her wiha partiya me xwe amade dike ku berpirsyariya xwe ya bilindkirina têkoşîna kedê bi cih bîne.” 
 
‘DIVÊ EM TECRÎDÊ RAKIN’ 
 
Turkmen destnîşan kir k udi nav xebatên ku kirine de sernavên herî girîng ku derketine pêş; çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin û tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Ji bo Tirkiye demokratîk bibe û di heman demê de civakek aştiyane were avakirin, wê gelek polîtîkayên me yên cihêreng û bandorên me hebin. Em armanc dikin ku polîtîka û gotinên aktorê sereke yê pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan ji civakê re bêjin û zemîna vê çêkin. Ji bo vê jî em di nava amadekariyên wê yekê de ne ku tecrîda sîstematîk a li Îmraliyê rakin û berpirsiyariya xwe dîrokî bicih bînin.” 
 
MA / Hakan Yalçin