Navê ku herî zêde ji bo Partiya Çepên Kesk hatiye pêşniyarkirin: DHP

img
ENQERE - Hat diyarkirin ku di civînên gel, komxebat û konferansan de ji bo navê navê nû yê li Partiya Çepên Kesk were kirin, herî zêde pêşniyaza navê Partiya Gelan a Demokratîk (DHP) hatiye kirin. 
 
Tê payîn ku Partiya Çepên Kesk li derdora nîvê meha cotmehê kongreya xwe mezin li dar bixe û amadekariyên kongreyê berdewam dikin. Amadekariyên kongreya nû bi civînên gel û komxebatan dest pê kir. Têkildarî kongreyê ewilî Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk konferansa xwe ya du rojan li dar xist. Duh jî konferansa mezin a têkel a Partiya Çepên Kesk dest pê kir û îro jî berdewam dike. Piştî Konferansa Mezin dê rêziknameya nû ya partiyê û bernameya wê zelal bibe. Guhertina navê Partiya Çepên Kesk jî di rojeva konferansê de ye. Tê payîn piştî konferansê dê navê nû yê partiyê jî zelal bibe. 
 
NAVÊN KU DERKETINE PÊŞ: DHP, HEDEP, HEP…
 
Konfernas ji çapemeniyê re girtî didome û gelek sernav tên nîqaşkirin. Her wiha di nîqaşên konferansê de navê nû yê partiyê jî hatine pêşniyarkirin. Hat zanîn ku di civînê de nêzî 20 navan hatiye pêşniyarkirin. Di nav pêşniyar de peyv ango derbirîna “demokrasiyê” herî zêde cih girtiye. Hat diyarkirin ku di nava nîqaşên navan de herî zêde navê “Partiya Gelan a Demokratîk (DHP) hatiye kirin. Her wiha li ser navên wek “Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Wekheviyê yaGelan (HEP), Partiya Civaka Azad (OTP), Partiya Jiyana Azad (OYP), Partiya Jiyana Nû (YYP)” û gelek navên din nîqaş û pêşniyar hatine kirin. 
 
XETA POLÎTÎK DÊ BÊ DIYARKIRIN 
 
Di konferansê de li gel guhertina navê partiyê, dê pêşnûmeya gelek biryarên hatine girtin wê pêşkêşî kongreyê bê kirin jî were amadekirin. Her wiha di konferansan de di çarçoveya pêşniyarên hatine kirin de wê xeta polîtîkaya heyama nû jî were diyarkirin. 
 
MA / Selman Guzelyuz