Partiya Çepên Kesk û HDP: Dest ji şer berdin

img
ÎZMÎR - Partiya Çepên Kesk û HDP'ê bal kişand ser xizanî, bêkarî û bihabûna jiyanê û anî ziman ku divê ji bo jiyaneke birûmet dest ji polîtîkayên şer were berdan. 
 
Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê têkildarî bihabûn, xizanî û zeman, li pêşiya Sumerbanka Kevin a Konakê, daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêkarî, xizanî, birçîbûn û feqîrî nabe mayîndetî” hat vekirin û dovîzên “Ji gelan re bûdçe ne ji şer re”, “Hê ku gel birçî ne, lêçûnên qesrê yên rojekê 15 milyon lire ne”, “Bila bac û zem paş ve werin kişandin”, “Ji bo jiyaneke birûmet em ê vê pergalê bigûherînin” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de bi piranî dirûşmên “Em jiyaneke mirovane dixwazin”, “Em ê teslîmî feqîriyê nebin” û “Bijî têkoşîna me ya bi rêxistinkirî” hatin berzkirin. 
 
MAYINDETIYA WELAT: XIZANÎ
 
Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk axivî. Çelîk destnîşan kir ku piştî hilbijartinê desthilatê di sedsala nû de zem zêde kirin û bal kişand ku bi milyonan mirov bêkar in, di bin sînorê birçîtiyê ya 11 hezar 400 lîreyan mehkumî xebitînê tên krin, kirayên xaniyanbûne 12-15 hezar lîre, simîteke bûye 10 lîre, milyonan teqawîtbûyî di mehê de 7 hezar û 500 lîre distînin. 
 
DEST JI ŞER BERDIN
 
Çelîk destnîşan kir ku divê ji polîtîkayên şer were berdan û got: “Di xebatên me daye meşandin de me dît ku piraniya gel li dijî xizaniyê pir hêrs bûye. Me dît ku li gel vê hêrsê bêhêvîbûn jî gelek e. Mirovên vê erdnîgariyê partiyên pergalê weke çareseriyekê, weke hêviyekê nabînin. Çareserî xeta me ya Riya 3’yemîn ku dê hemû bindestan bike kirde, dînamîkên polîtîk û rêxistinî yên hêviyê ne, ye. Bi zanebûna vê berpirsyariya dîrokî em ê di 15’ê Cotmehê Kongreya Partiya Çepên Kesk de, em ê 'îdiaya xeta xwe ya Riya 3’yemîn di van xakan de bikin navend' piştrast bikin."