Partiya Çepên Kesk li dijî tecrîdê biryara têkoşîna topyekûn da

img
ENQERE - Hate zanîn ku Partiya Çepên Kesk di civîna MYK’ê de ji bo ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê bê rakirin biryara “têkoşîna topyekûn” girtiye. 
 
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk duh kom bû. Di civînê de biryar hate dayîn ku ji bo navê nû yê partiyê navên Partiya Gelan a Demokratîk (DHP) û Partiya Jiyana Azad (Ozgur Partî) pêşkeşî Komîsyona Amadekar a Kongreyê bên kirin. 
 
Her wiha hate zanîn ku di civînê de biryar hatiye dayîn ku di salvegera komploya navnetewî de ku bi derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha 1999’yan dest pê kir û 25 sal li pey xwe hiştin de li dijî tecrîdê têkoşîna topyekûn bê dayîn. Di MYK’ê de tespîteke hevpar hate kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 31 meh in agahî jê nayên girtin, bûye sedem ku neçareserkirina pirsgirêka kurd, konsepta şer û krîzên piralî kûrtir bibin. 
 
Her wiha têkildarî vê rojevê biryar hate girtin ku Hevberdevkên Partiyê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin bi tevlibûna parlamenteran di 1’ê cotmeha ku Meclis vedibe de daxuyaniyekê bidin. 
 
‘JI BO ÇARESERIYEKE TEQEZ TÊKOŞÎN’ 
 
Dê di rojeva kongreya Partiya Çepên Kesk de bi destnîşan kirina “ne kesê li benda çareseriyê, ji bo çareseriyeke teqez kesê têdikoşe” rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk, destûra bingehîn a nû û hilbijartinên herêmî hebin. Partî dê piştî kongreye ji bo hilbijartinên herêmî dest bi xebatan bike. 
 
SERDANA HERÊMA KURDISTANÊ 
 
Li aliyê din hate zanîn ku şandeyeke partiyê dê beriya kongreye serdana Herêma Kurdistana Federe bike û partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên li vir vexwîne kongreye. 
 
MA / Selman Güzelyüz