Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir

img
WAN - Şandeya ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê û parlamentera Partiya Çepên Kesk Pervîn Bûldan di nav de li Wanê pirsgirêkên dikandaran guhdar kir. 
 
Şandeya ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê û parlamentera Partiya Çepên Kesk Pervîn Bûldan û Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin di nav de serdana Bazara Gel a li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê kir. Bûldan û kesên pê re ku pirsgirêkên dikandaran guhdar kirin, bi welatiyên danûstandin kirin re jî sohbet kirin. Dikandaran anîn ziman ku ji ber krîza aborî ya heyî nikarin êdî kar bikin. Dikandaran her wiha pêşniyarên xwe yên ku divê Partiya Çepên Kesk pêvajoya pêşiya me de siyaseteke çawa bike rêz kirin.