Partiya Çepên Kesk 400 kesên li qada naveteweyî vexwend kongreya xwe

img

ENQERE - Partiya Çepên Kesk a xwe ji bo kongreya mezin amade dike, ji çar aliyên cîhanê bi qasî 400 kesî vexwend kongreya xwe. 

Partiya Çepên Kesk xwe ji bo kongreya xwe ya mezin a dê di 15’ê cotmehê de li dar bixe, amade dike. Kongre wê li Eywana Sporê ya Enqereyê bê lidarxistin. Partî bênavber xebatên amadekiriya kongreya xwe dike. Partiyê ji bo beşdariya kongreya xwe ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Başûr bigire heta çar aliyê cîhanê nêzî 400 kesî vexwend kongreya xwe. 
 
Gelek siyasetmedar, akademîsyen û rojnamevan ji welatên wek Misrê, Lubnan, Filistîn, Sûdan, Fas, Cezayîr û Urdunê vexwend kongreyê. Her wiha tê payîn ji welatên Ewropayê jî grûbên partiyên çep û nûnerên partiyên Çepên Demokrat jî beşdarî kongreyê bibin. Di nav kesên ji bo kongreyê hatine vexwendin de Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor jî heye. 
 
PARTIYÊN HATINE VEXWENDIN 
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya amadekariyên kongreyê de vexwendname ji van partiyan re şandiye: “Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê, Partiya Demokratîk Sosyalîst a Cezayîrê, Yekitiya Sosyalîst a Hêza Gel a Fasê, Berdevka Federasyona Çep a Demokratîk a Fasê Nebile Mounip, Partiya Sosyalîzê ya Pêşveçûyî ya Fasê, Eniya Rizgariya Gel a Filistînê, Partiya Komunist a Iraqê - Casim el Hafli, Partiya Komunist a Lubnanê, Partiya Ermenî Hinçak a Lubnanê, Partiya Yekitiya Suryanî ya Lubnanê, Partiya Demokratîk a Gel a Lubnanê, Partiya Sosyalîst a Ermenî, Tevgera Gel a Lubnanê, Partiya Komunist a Misrê, Partiya Sosyalîst a Misrê, Koalîsyona Gel a Misrê, Partiya Komunist a Sûdanê - Fethi Fadil Muhammed, Tevgera Azadî û Guhertinê ya Sûdanê.” Her wiha gelek partî û dezgehên din jî hatine vexwendin. 
 
SERDANA BO HERÊMA KURDISTANÊ 
 
Li aliyê din hat zanîn ku şandeyek Partiya Çepên Kesk beriya kongreyê dê biçe Herêma Kurdistanê û serdana partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bike û wan vexwîne kongreyê.