Partiya Çepên Kesk dê di vekirina Meclisê de daxuyaniyê bide

img
ENQERE - Tê payîn ku Partiya Çepên Kesk di 1’ê cotmehê roja vekirina Meclisê de derheqê tecrîda li Îmraliyê, çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê daxuyaniyeke girîng bide. 
 
Di 1’ê cotmehê de Meclis dê dest bi sala nû ya qanûndanînê bike. Partiya Çepên Kesk dê di roja vekirina Meclisê de têkildarî rojevên girîng daxuyaniyê bide. Daxuyanî dê ji hêla Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin ve bê dayîn û tê payîn ku tevahiya parlamenteran jî tev li bibin. 
 
BANGA ÇARESERIYÊ 
 
Rojevên sereke yên daxuyaniyê; xeta têkoşînê ya serdema nû ya partiyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. 
 
Di heman demê de dê hevberdevk balê bikişînin ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd. Dê helwesta ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û rakirina tecrîdê helwest were ragihandin û banga çareseriyê li aktoran were kirin. 
 
Daxuyanî dê li Meclisê were dayîn û bi vê yekê peyameke girîng dê were dayîn ku Partiya Çepên Kesk cihê çareseriyê weke Meclis nîşan dide.