Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya

img
AMED - Partiya Çepên Kesk beriya kongreya xwe ya ku dê di 15’ê cotmehê de li dar bixe, li Amedê bi tevlibûna gelek kesan bi gel re civiya. 
 
Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de li Enqereyê kongreyê li dar bixe. Beriya kongreyê, li Amedê bi gel re civîneke berfireh hate lidarxistin. Civîn, li hotêleke li bajar hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Civîn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyyat Ceylan axivî. Ceylan, diyar kir ku ew dixwazin beriya kongreyê li pêşniyar û rexneyan guhdarî bikin. 
 
‘HEKE TECRÎD RANEBE DÊ ŞER BI DAWÎ NEBE’ 
 
Ceylan, diyar kir ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin hewcehî bi bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û vekirina deriyên girtîgehê heye. Ceylan, axaftina xwe wiha domand: “Piştî civînê me di nava 4 mehan de bi sedan civîn li dar xistin. Me konferans li dar xistin, pêvajo nirxand, kêmasiyên xwe dîtin. Me li rexneyên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl guhdarî kirin. Me bi dehhezaran kesan re hevdîtin kir.” 
 
Ceylan, axaftina xwe wiha qedand: “Heke em tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan mehkûm nekin, heke em wê zincîra tecrîdê neqetînin, heke em dengê birêz Ocalan negihînin civakê, heke deriyê Îmraliyê neyê şikandin dê azadî neyê. Heke ev nebin em ê nekarin pêşî li ber vî şerê qirêjî bigirin. Bi rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan dikare rê li ber aştiyeke birûmet were vekirin. Em ê wê demê bikarin rêya demokrasiyê û pêşiya muzakere û çareseriyê vekin.” 
 
Piştî axaftina Ceylan, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.