Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di vekirina Meclisê de careke din makeqanûna nû kir rojev û banga piştevaniyê kir. 
 
Lijneya Giştî ya Meclisê bi boneya 2’yemîn Sala Qanûndanînê ya Serdema 28’an civiya. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû torena vekirina Meclisê li locayê temaşe kir. Kiliçdaroglû û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê li rex hev rûniştin. Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener jî tev li torenê nebû. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin li pêşiya koma partiyê rûniştin. 
 
PARTIYA ÇEPÊN KESK RANEBÛ SER PÊYAN 
 
Parlamenterên AKP û MHP’ê di dema hatina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan de rabûn ser pêyan û çepik lêdan. Parlamenterên Partiya Îyî û Partiya Saadetê jî rabûn ser pêyan lê çepik lê nedan. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk û CHP’ê ranebûn ser pêyan. 
 
MAKEQANÛNA NÛ DÎSA DI ROJEVÊ DE YE
 
Erdogan di axaftina xwe ya di torenê de qala makeqanûna nû kir ku bi sala ye di rojevê de ye. Erdogan, îdia kir ku dixwazin makeqanûneke sivîl ava bikin û ji hemû parlamenter û partiyan alîkarî xwest. 
 
Têkildarî êrişa bombeyî ya li Enqereyê jî Erdogan bal kişand ser FETO’yiyan.