Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

ENQERE - Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin bi tevî parlamenterên partiya xwe ve li Meclisê daxuyanî dan û hat gotin: "Ji bo selametiyê û çareserkirina pirsgirêka kurd divê demildest tecrîd bê rakirin û birêz Ocalan ji bo çareseriyê dikaribe bi rola xwe rabe." 

 
Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin bi tevî parlamenterên partiya xwe ve li ber Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî dan çapemeniyê.
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar li ser navê koma partiya xwe daxuyanî da û destnîşan kir ku şer her ku diçe dijwartir dibe û li şûna ku desthilatdarî krîz û pirsigrêkan çareser bike di şûna vê de bêedaletiyê û rejîma hiqûqê mayînde dike. Ûçar got îro li Tirkiyeyê sedema bingehîn hemû cure krîzan siyaseta desthilatdariyê ya neçarserkirina pirsgirêka kurd e û got desthilatdarî aştiyê û demokrasiyê red dike û şer xistiye dewrê.
 
'DIVÊ TAVILÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'
 
Uçar bal kişand ser rolên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û wiha got: "Em li dijî hesabên qirêj ên desthilatdariyê û şirîkên wan qenciya civakê, siberojek baş û hêviyê diparêzin. Em dixwazin şert û mercên rêzdar Ocalan ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de xwedî perspektîfa jiyana hevpar e werin avakirin û dikaribe di sedsala nû de bi rola xwe rabe. Agahînegirtina ji Îmraliyê 32 meh in didome û tecrîd girantir dibe. Destûr nayê dayîn ku malbata wî û parêzerên wî biçin hevdîtinê. Ji bo hevdîtinên li gel birêz Ocalan pêk werin û tecrîd bi dawî bibe, divê tavilê gav bên avêtin. Divê CPT ji bo rewşa li Îmraliyê û tecrîdê neçar e ku demildest daxuyaniyê bide û li ber vê rewşê rabe. Pirsgirêka kurd tenê ne pirsgirêka gelê kurd e. Pirsgirêka hemû gelên li Tirkiyeyê ye. Divê Meclisa Tirkiyeyê jî li Meclisê li ser çareseriyê nîqaş bike û Meclis bi rol û mîsyonek dîrokî re neçar e ku bi berpirsiyara xwe rabe û divê vê rastiyê qebûl bike û bi sedsaliya raborî re hevrû bimîne."