Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan

img

ÎZMÎR - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin diyar kir ku pergala tecrîda li Îmraliyê nayê domandin û got: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê fersendê bidin birêz Ocalan.” 

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin têkildarî rasthatina salvegar komploy li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat û tecrîdkirina wî ji ajansa me re axivî. 
 
‘TECRÎD VEGUHERIYE FERASETA RÊVEBERIYA WAN’
 
Akin diyar kir ku bi qedandina pêvajoya ku 2013 û 2015'an re di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şandeya dewletê de di bin navê "çareseriyê" de hat meşandin, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hat astengkirin û destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan hatiye ferzkirin tenê bi Girava Îmraliyê re nehatiye sînordarkirin û ev veguheriye feraseta rêveberiyê. Akin diyar kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û tecrîda li Îmraliyê bi demokrasiya Tirkiyeyê ve girêdayî ye û got: “Têkoşîna demokrasiyê ancax bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e. Rakirina tecrîdê, destpêkirina muzakereyan û destpêkirina pêvajoyên çareseriyê ji mijarên ku dê di heyama bê de Parlamento li serê însiyatîfê bigire ne.”
 
Akin destnîşan kir ku bingeha krîzên li Tirkiyeyê tecrîd e û çaresernekirina pirsgirêka kurd e û got: “Bi feraseteke ku pirsgirêka kurd û polîtîkaya tecrîdê nabîne ne pêkan e ku aştiyê pêk bîne. Ji ber vê yekê divê hemû raya giştî li dijî tecrîd û îşkenceyê bi hestiyar be."
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ BANGA HEVGIRTINÊ KIR 
 
Akin ku got, "Hem ji ber temen û hem jî ji ber dînamîkê şansê tecrîdê û neçareserkirina pirsigrêkê ne mimkûn e” û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê di warê pêvajoya ku were meşandin de, hem ji aliyê dînamîkên herêmê û dînamîkên Tirkiyeyê, ne bi lihevkirin, ne bi mutabaqat, hewl tê dayîn ku çareseriyek di çarçoveya têkiliyên serweriyê de çêbibe. Tirkiye wisa dide xuyakirin ku bi dewletên herêmê re li dijî kurdan tifaqek çêkiriye. Tifaqên ne pir demdirêj e. Her çend tifaqek demkî bikin jî di esasê xwe de her dewlet ji bo serweriya Rojhilata Navîn şer dike. Dema em li van hemûyan dinêrin em dibînin ku ev ne lihevkirinek e, komkirina berjewendiyan e. Gelekî girîng e ku em weke gelên Tirkiyeyê di şert û mercên zehmet de dixwazin, di çareseriya van pirsgirêkan de polîtîkaya tecrîdê bê rakirin û li gorî şert û mercan fersenda zemîna siyaseta demokratîk ji Ocalan re bê dayîn. Di polîtîkaya çareseriyê de zanebûna vîna wî heye. Weke kesên demokrasî, aştî û azadiyê dixwazin, em ê van daxwazan bi dengekî bilindtir bînin ziman."
 
MA / Tolga Guney - Delal Akyuz