'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'

img
STENBOL - Nûnerên Partîzan û SMF'ê diyar kirin ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê wekî amûreke êrişê ya giran ku hemû dînamîkên civakî dorpêç kiriye tê bikaranîn û gotin ku êrişeke bi vî rengî jî tenê dê bi xeteke têkoşînê ya ku dînamîkên civakî hemû parçeyeke wê ne bê berterefkirin. 
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin didome. Bi vê re 31 meh in tu xeber ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Hemû serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî tên redkirin. 
 
Nûnerê Partîzanê Togay Okay û Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) ên li Stenbolê tev li civîna çapemeniyê ya ji bo salvegera komploya navdewletî ya 9'ê Cotmeha 1998'an bûn, bal kişandin ser tecrîda girankirî û bang li tevahiya derdorên civakî kirin. 
 
‘HER KU TECRÎD KÛR DIBE ZEXT JÎ ZÊDE DIBIN'
 
Nûnerê Partîzanê Togay Okay, polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî berdewma şerê li dijî têkoşîna gelê kurd û hemû karker û kedkaran wesifand. Okay destnîşan kir ku tecrîd li Îmraliyê her ku diçe kûrtir dibe û got: "Dewlet kengî pêwendiyê bi Îmraliyê re dibire, di serî de li hemberî gelê kurd û bi giştî jî li hemberî hemû hêzên demokratîk serî li polîtîkayên binçavkirin û girtinê dide. Binpêkirinên mafan ên ku li Îmraliyê dest pê kirin û pêkanînên tecrîdê, veguherîne polîtîkayeke sîstematîk a dewletê. Dewlet li hêlekê dixwaze berxwedana li Îmraliyê û girtîgehên din, li aliyê din jî dixwaze berxwedanên li qada ked û ekolojiyê bitepisîne û bi vê re dînamîkên din ên civakê îzole bike." 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Okay destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP'ê dixwaze bêhêvîtiya piştî hilbijartinê li gel peyda bûye bi polîtîkayên tecrîdê kûrtir bike û got ku hewl dide ser muxalefeta civakî binixumîne. Okay bilêv kir ku bi tecrîda Îmraliyê re xizanî û betaliyeke zêde çêbûye û got ku ev desthilat kedxwarî û betaliyê li çîna karker û kedkaran ferz dike. 
 
Okay anî ziman ku dewlet hewl dide dînamîkeke berxwedanê bi dînamîkeke din asteng bike û wiha domand: "A dikeve ser milê me, em demokrat û welatpwerêz û şoreşger li dijî polîtîkayên tecrîdê têkoşîna yekbûyî xurt bikin. Ger em bi têkoşîneke hevpar hereket bikin, em ê karibin tecrîdê paş de bibin." 
 
‘ARMANC TESFIYEKIRIN E'
 
Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya SMF'ê Mahîr Gurz jî anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn, li hemberî gelê kurd û hemû destkeftiyên wê yên demokratîk e. Gurz, destnîşan kir ku armanca van polîtîkayên tecrîdê tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û destkeftiyên wê ne û got ku aqilê dewletê bi pêkanînên tecrîdê dixwaze dînamîka têkoşînê teslîm bigire û ji bo vê stratejiya şerê taybet bi rê ve dibe. 
 
Gurz di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesên ku dibêjin "em şorşeger in' kir ku di salvegera komploya navdewletî de helwesteke çalak bidin der.