Partiya Çepên Kesk: Desthilatdariya AKP'ê sûcê şer dike

img
ENQERE - Partiya Çepên Kesk bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê da û destnîşan kir ku desthilatdariya Tirkiyeyê li ser herêmê sûcê şer dike û ew ê van êrişên li ser kurdan qebûl nekin. 
 
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser deverên rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye bi armancgirtina sivîlan sûcê şer dike û wê li dijî vî şerî têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Daxuyaniya Partiya Çepên Kesk a bi sernavê "Ravekirina Hedefgirtina Sivîlan Îtirafa Sûcê Şer e" wiha ye: 
 
"5’ê Cotmehê bi talîmatên desthilata AKP’ê niştecihên sivîl ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrişên hewayî hatin bombebarankirin. Di van êrişan de santrala ceyranê, kargeha tuxleyan, depoyên genim, tesîsên hilberîna xwarinê, bendav, pir û rê jî tê de gelek der hatin bombebarankirin. Ji ber van êrişan gelek hemwelatiyên sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tê de gelek kes hatin qetilkirin û birîndankirin. Ev êrişên ku berê xwe didin jiyana gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen û Ermenî, ji êrişên DAIŞ'ê qut nîn in." 
 
ÊRIŞ SÛCÊ ŞER E
 
Çend roj beriya van êrişan Wezîrê Karê Derveyî yê AKP’ê Hakan Fidan bi awayekî aşkera nîşan kir ku ew ê herêmên sivîl ên Kurdan hedef bigirin. Di daxuyaniya xwe de Fîdan li ber çavê gelên Tirkiyeyê û yên cîhanê li xwe mikur hat ku ew ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên pergalî û plankirî pêk bînin. Ev daxuyaniya aşkerakirina hedefgirtina sivîlan di hiqûqa navnetewî de sûcek e. Ev daxuyanî bi awayekî aşkera îtirafkirina sûcê şer e. 
Em vê rejîm û feraseta ku li her derê cîhanê êrişên çekî dibe ser Kurdan qebûl nakin. Wek Partiya Çepên Kesk em ê li dijî vê pergal û ferasetê pozîsyona xwe ya aştîxwaz û xwesteka xwe ya diyalogê biparêzin. Em ê li dijî şer têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê mezin bikin, em ê her tim li dijî vî şerî derkevin ku desthilat gelên me hedef digire. 
 
MUXALEFET JÎ BI QASÎ AKP'Ê SÛCDAR E
 
Berpirsyarê yekem ê van êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, desthilata AKP-MHP’ê ye lê di vê pêvajoyê de berpirsyariya muxalefetê jî gelek zêde ye. Em dixwazin dîsa bînin rojevê ku desthilata AKP’ê dixwaze di demeke nêzîk de tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji meclisê derbas bike. Bi vê wesîleyê em bang li muxalefetê dikin: Her roja ku hûn van tezkereyên şerê li ser Kurdan yên AKP’ê erê dikin hûn jî dibin hevkarê vî sûcê şerî. Raya giştî ya Tirkiyeyê bila bizane ku talîmata êrişên do AKP’ê dabe jî muxalefetê jî piştgiriya van êrişan kiriye."