Bayindir: Desthilat temenê xwe bi şer dirêj dike

img
WAN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ku polîtîkaya xwe ya tecrîdê ya li Îmraliyê didomîne, her der veguherandiye qada şer û wiha got: “Tenê bi şer temenê xwe dirêj dikin. Tu kesê bi şer qezenc nekir û dê qezenc nekin jî.”
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Wanê bi rojeva kongreya giştî civînek li dar xist. Di civîna ku li Eywana Konferansa Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hate lidarxistin de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, rêxistinên partiyê yên navend û navçeyan, hevşaredar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, nûnerên rêxistinên ciwan û jinan jî di nav de gelek kes amade bûn. Li eywanê pankarta “Em bi tecrube û hêza ku em ji mîrateya xwe ya berê digirin pêşeroja xwe ava dikin” hate daliqandin.
 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di civînê de axivî, di salvegera 25’emîn de li ser komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê didome sekini. 
 
‘TECRÎD BERDEWAMA KOMPLOYÊ YE’ 
 
Bayindir, anî ziman ku Gladiyoyê xwest bi komployê gelê kurd tasfiye bike lê Rêberê PKK’ê bi sekna xwe ev vala derxistiye û wiha got: “Gelê kurd bi berxwedanê her roj bêtir xurt bû. Niha bi ser Birêz Ocalan tecrîdeke girankirî heye û ev tecrîd weke berdewama komployê berdewam dike. Gelê kurd tu car ji vê yekê re serî natewîne. Ji ber ku ev têkoşîn mafdar e û em ê bi vê mafdarbûna xwe serbikevin. Divê li dijî vê dijminatiyê em li ber xwe bidin. Yekane çareseriya pirsgirêka kurd rakirina tecrîdê ye. Beriya niha bi sînor be jî ev derfet derket holê û dewlemendiyeke civakî derket holê. Niha hewl didin bi şer û zextan vê meseleyê çareser bikin lê bi vî şerî qet nikarin kurdan bitepisînin. Em ê li dijî vê zilmê serî ne tewînin.”
 
‘EV DESTHILAT NIKARE BIGIHE ARMANCA XWE’ 
 
Bayindir diyar kir ku di sedsala duyemîn a Komarê de divê dawî li tecrîdê bê anîn û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û got: “Ev dijminatî 200 salên din jî dewam bike, ev hikûmet wê nikaribe bigihêje armanca xwe. Tekane rê ew e ku tecrîd rabe û Birêz Ocalan rola xwe bilîze. Behsa makezagoneke nû dikin, lê bingeha wê tune ye. Em ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka kurd amade ne, lê belê divê beriya her tiştî ev tecrîd were rakirin.”
 
‘BI ŞER TEMENÊ XWE DIRÊJ DIKIN’ 
 
Bayindir, bal kişand ku desthilata AKP’ê û MHP’ê Rojava û Başûrê Kurdistanê veguherandiye qada şer û got: “Nexweşxane û hemû qadên jiyanê yên li Rojava ev du roj in tên bombekirin. Beriya niha bi demekî kin Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan diyar kiribû ku wê qadên jiyanê hedef bên girtin. Niha jî gelê Rojava di bin êrîşa vê hikûmetê de ye. Weke ku ji vir jî tê dîtin, niyeteke vê hikûmetê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nîne. Tenê bi şer temenê xwe dirêj dikin. Bi şer re tu kes bi ser neketiye, kes jî wê bi ser nekeve. Çi dibe bila bibe gelê kurd wê li her derê li ber xwe bide û serî li ber wan netewîne.”
 
 
‘POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET XISTIN DEWRÊ’ 
 
Bayindir, destnîşan kir ku desthilat li ser kurdan şerekî taybet û psîkolojîk dimeşîne û wiha lê zêde kir: “Niha bi hemû saziyên xwe re vê dikin û antî propaganda têkoşîna me dikin. Dixwazin bi tiryak û rêbazên din ên şerê taybet ciwanên me bikin kole. Pêwîst e gelê me li dijî vê hesas be. Dixwazin bi polîtîkayên şerê taybet vê civakê tune bikin. Divê em rê nedin vê dijminahiya kûr. Li aliyê din cemaet û kontrayên ku xwe bi dewletê ve girê didin dixwazin ciwanên kurd bixin bin kontrola xwe. Hemû polîtîkayên kûr û qirêj li dijî kurdan tên meşandin. Hemû terîqet hewl didin ku li ser navê Îslamê gelê kurd ji têkoşîna wan dûr bixin. Lê belê divê were zanîn ku gelê kurd wê tu carî serî li ber wan netewîne û neyê xapandin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê ji bo polîtîkayên xwe yên 100 salî bi cih bîne dixebite. Wezîfeya me ew e ku em bi hev re tevbigerin û li dijî vê yekê bi giştî têbikoşin.”
 
JI BO MEŞA AMEDÊ BANG KIR
 
Bayindir, herî dawî gel vexwend meşa di salvegera komployê de li Amedê were lidarxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em li dijî vê zilm, dijminatî û komployê li qadan bin. Divê jin, ciwan û hemû gelê me tev li vê meşê bibe û vîneke mezin deyne holê.”