Hevseroka HDP’a Enqereyê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin

img
ENQERE - Hevseroka Rêxistina HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû, êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku sivîlan hedef digire weke “şer” penase kir û got: “Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin.”
 
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Enqereyê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binçavkirina endamên partiyên xwe daxuyaniyeke hevpar dan û bertek nîşan dan. Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a ÎHD’ê, Alinterî û gelek nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk piştgirî dan daxuyaniyê. Li eywanê pankarta “Em di siyaseta demokratîk de biisrar in. Zext, binçavkirin û girtin nikarin me têk bibin” hate daliqandin. 
 
Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû ya di civînê de axivî, bi lêv kir ku dewleta tirk êrişî çavkanî û qadên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine û anîn ziman ku ev jî şerekî li dijî sivîlan e. 
 
‘ARMANC HEMÛ BEŞÊN MÛXALÎF IN’ 
 
Sînemîllîoglû, diyar kir ku AKP’ê û MHP’ê piştî hilbijartinê polîtîkayên xwe yên zext û çavtirsandinê zêde kirine û wiha got: “Di nava hefteyekê de di serî de partiya me li dijî beşên sosyalîst û mûxalîf binçavkirinên zêde çêbûn. Di nava vê demê de 246 kes hatin binçavkirin û heta niha 5 hevalên me li Stenbolê hatin girtin.” 
 
‘KESÊN DIXWAZIN PIRSGIRÊKA KURDAN ÇARESER BIKIN TÊN TASFIYEKIRIN’ 
 
Sînemîllîoglû, anî ziman ku kesen dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin û kesên di vê de israr dikin hewl tê dayîn ku bên tasfiyekirin. 
 
Sînemîllîoglû, anî ziman ku daraz di vê pêvajoya tasfiyeyê de weke amûrek tê bikaranîn û ev tişt got: “Rejîma AKP’ê û MHP’ê hewl dide hemû daxwazên maf, azadî û aştiyê bi tundî û zexta dewletê ji holê rake. Bi vê bizanin ku di serî de têkoşîna jinan, tevgera siyasî ya kurd, beşên mûxalîf ên sosyalîst dê li dijî van êrişan bêdeng nemînin, natirsin û ji daxwazên xwe bi tu awayî bi paş ve gavê neavêjin. Em ê dest ji israra xwe ya siyaseta demokratîk bernedin, em ê bi israr aştî û azadiyê biparêzin.”