Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome

img
 
ENQERE - Partiya Çepên Kesk diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi rejîma tecrîda girankirî bênavbeer didome û wiha got: “Birêz Ocalan, aktorê herî girîng ê demokrasî û aştiyeke birûmet e.” 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî bi sernavê “Encamên Komploya 9’ê Cotmehê 25 sal in şerê li Rojhilata Navîn kûrtir kir” hate weşandin û wiha hate gotin: “Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi destê hêzên navneteweyî û herêmî li dijî birêz Abdullah ocalan komploya navneteweyî hate destpêkirin. Bi ser komployê re 25 sal derbas bûn. Her çend ku Komploya 9’ê Cotmehê di sala 1998’an de hatibe kirin jî, di pişperdeya wê ya dîrokî de neçareserkirina pirsgirêka kurd a sedsalî heye. Tê zanîn ku konsensûseke hêzên emperyal ên navneteweyî û neteweyî ye ku li ser bingeha tunehesibandina hebûna gelê kurd hatiye kirin.”
 
KOMPLO BI REJÎMA TECRÎDÊ TÊ DOMANDIN 
 
Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Birêz Ocalan; li dijî polîtîkayên şer û tundiyê yên hêzên emperyal ku dixwazin Rojhilata Navîn dîzayn bikin, xwedî fikr û ramana jiyana wekhev, adilane û azad e û ev projeya wî ji bo hemû gelên herêmê bû çavkaniya hêviyê. Komploya ku li dijî birêz Ocalan hatiye pêşxistin, îro jî bi rejîma tecrîda girankirî bênavber didome. 
 
ÎKTÎDAR BI TECRÎDÊ NEÇARESERIYÊ FERZ DIKE 
 
Tecrîda li Îmraliyê 25 sal in li ser birêz Ocalan tê meşandin, tê wateya binpêkirina qanûnên navxweyî û navneteweyî. Îktîdara siyasî ku di pirsgirêka kurd de neçareseriyê ferz dike û di polîtîkayên tundiyê de israr dike, rê li ber kûrbûna krîzên piralî vedike. Her wekî tê zanîn di pêvajoya muzakereyan de, bi birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin û di encamê de heta astekî jî be tundî hate sekinandin û gelên me bêhnek standin. 
 
ÎKTÎDARÊ TECRÎD VEGUHERAND REJÎMÊ 
 
Lê belê îktîdara siyasî di halê hazir de tecrîda ku tu aliyên wê yên însanî, hiqûqî û exlaqî nîne veguherand rejîmekê. Bi vê yekê re armanc kir ku hemû derdorên muxalîf ên li dijî xwe bêdeng û bêzar bike. Siyaseta şer û pevçûnanli ser gelên Tirkiyeyê meşand û di encama vê siyasetê de hewl dide berê gelan bide hev. Birêz Ocalan li vî welatî aktorê herî girîng ê demokrasî û aştiyeke birûmet e. Bi fikriyata xwe li Rojhilata Navîn bûye nifteya aştiyê, di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de muxatab û sermuzakerevan e. Pêkanîna aştiyê ji xwe re weke peywirek diyar kiriye. Bi pirsgirêkên bi şerê Îsraîl-Filistînê yê di rojên dawî de derketin re careke din xuya bû bê ka pêşniyarên çareseriyê yên li ser bingeha demokrasî û aştiyê yên birêz Ocalan ên ji bo Rojhilata Navîn çiqas girîng û jiyanî ne. 
 
 HETA TECRÎD RANEBE MIMKIN NÎNE EM BIKARIN JI VÊ DORPÊÇÊ DERKEVIN 
 
Gelek caran hatiye tecrûbekirin ku dengê birêz Ocalan, ji dengê çek û pevçûnan gelek bihêztir e. Di hemû hevdîtinên pê re hatine kirin de tekane hewldana wî ew bû ku aştiyeke birûmet bînin vî welatî û ji bo vê jî bingehek were avakirin. Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan ku di dîrokê de mînakên wê pir kêm hatine dîtin neyê rakirin, mimkin nîne ku civak bikare bêhnê bistîne û ji vê dorpêçê derkeve. 
 
EM KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ ŞERMEZAR DIKIN
 
Bi vê wesîleyê em Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku sala xwe ya 25’an temam kir, şermezar dikin. Banga me ya ji bo hemû kesên li Türkiyeyê li gel wekhevî û azadiyê, yên naxwazin aştî were dîlgirtin, ji bo hêzên ked û demokrasiyê, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û demokratan ew e ku ji bo têkbirina vê tecrîda li dijî hiqûq û rêgeza wijdanê, bihestiyartir tevbigerin.”