Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin

ENQERE - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di civîna koma partiya xwe ya li Meclisê de axivî diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin bi helwesta xwe, Komploya 9’ê Cotmehê pûç kiriye. 

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di Civîna Koma Meclisê ya partiya xwe de têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. Ûçar, a bi pevçûnên li Filistînê diqewimin dest bi axaftina xwe kir wiha got: “Em ên ku bawer dikin jiyaneke wekhev, azad û demokratîk pêkan e û ji bo vê têdikoşin, bi temamî piştgiriyê didin têkoşîn û berxwedana gelê Fîlîstînê ya ji bo jiyaneke wekhev û azad ku bi salan e dimeşînin. Em dixwazin biisrar destnîşan bikin ku berxwedana gelekî ya li dijî dagirkeriyê çiqasî meşrû û pêwîst be, rêbaza têkoşînê ya li dijî wê tê meşandin jî ewqasî girîng e. Ji ber ku her têkoşîn azadiyê bi xwe re naîne. Dîrok bi mînakên vê tejî ye.”
 
‘DIVÊ KOMKUJÎ DEMILDEST BÊN RAWESTANDIN’  
 
Ûçar, diyar kir ku berxwedana gelê Filistînê meşrû ye û bang kir ku komkujiya li dijî sivîlan demildest pêk were û wiha lê zêde kir: “Ev şerê îro derketiye holê ji polîtîkayên şer û dagirkirinê yên Îsraîlê ne serbixwe ye. Rastî ew e ku şerekî rast e rast sivîlan hedef digire û hiqûqa şer binpê dike tê birêvebirin. Rewşeke ku sivîl bi awayekî hovane tên qetilkirin heye, ya herî lezgîn ew e ku ev were rawestandin. Divê di zûtirîn demê de dawî li polîtîkayên siyaseta netewe-dewletê ya li Rojhilata Navîn ku gelan dike dijminê hev, bê anîn. Divê Îsraîl dest ji pêngavên xwe yên ku şer kûr dike berde, bombebarana ku hemû qadên jiyanê dike hedef rawestîne û dev ji polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê ku sedema sereke ya hemûyan e berde. Li hemberî vê kûrbûna şer di têkiliya Îsraîl û Fîlîstînê de em bang li hemû gelan bi taybetî gelên Rojhilata Navîn dikin ku bibin aliyekî çareseriya demokratîk û adil.”
 
KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ  
 
Ûçar, têkildarî komploya navnetewî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate destpêkirin ev tişt gotin: “Em di salvegera 25’emîn a Komloya 9’ê Cotmehê de ne. Komploya hatiye kirin di serî de gelê kurd mudaxileyeke pêşeroja gelên Rojhilata Navîn e. Ev komplo bi dawî bû? Na. Komplo tevî zêdetir hatiye pûçkirin jî ji aliyekî didome. Di vê çarçoveyê de têgihiştina bê ka komplo çawa didome, bi çi qeyranan xwe mayinde dike û karakterê wê, yek ji peywira herî lezgîn a siyaseta demokratîk e.
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ GELÊ KURD HENE 
 
Bombeyên ku Tirkiyeyê li Rojava, Mexmûr û Herêma Kurdistana Federe ku destkeftiyên Kurdan lê hene li ser gelê sivîl barand nîşana wê ye ku komplo bi hemû giraniya xwe didome. Delîla herî mezin, vegera pişta xwe ya li aştiyeke bi rûmet e. Delîleke din jî kûrkirina tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan e ku ji bo pêşeroja gelên Rojhilata Navîn fikra jiyana bi rûmet pêşkêş dike. Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re pêşî li çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd tê girtin ku yek ji pirsgirêkên herî demdirêj û girîng a herêmê ye. Divê neyê jibîrkirin ku tecrîd navê heyî yê dewamkirina komployê ye. Lê belê bi helwesta Ocalan a ku 25 sal in di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin re komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî gelê kurd di şexsê wî de hatiye kirin, hatiye pûçkirin.” 
 
‘EM Ê DEST JI RÊBAZÊN DEMOKRATÎK BERNEDIN’ 
 
Ûçar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Mafê me yê herî demokratîk ku bi zagonan hatiye ewlekirin, mafê me yê îfadekirina fikir û ramanên me, mafê me yê îfadekirinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tundiyê hatiye tecrîdkirin û hevalên me bi kelepçeyên bi pişt ve hatine binçavkirin. Em dixwazin diyar bikin ku me dev ji têkoşîna pêşxistina çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên adil û demokratîk bernedane û em dest jê bernedin. Û dixwazim li vir diyar bikim ku em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo rakirina tecrîdê bernedin ku ji bo vê em weke gaveke destpêkê dibînin.
 
LI BER ÇAVAN RÊ DAN KOMKUJIYA 10’Ê COTMEHÊ 
 
Belê di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployeke navnetewî birêz Ocalan ji Sûriyeyê derket û di 10’ê Cotmeha 2015’an de du DAIŞ’iyan li dijî kesên ji bo Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê li ber Gara Enqereyê kom bûbûn êrişeke bombeyî pêk anîn û di encamê de 104 kesên aştî parêz jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 500’an birîndar bûn. Mirov nikare van her du bûyerên 17 sal di navbera wan de heye ji hev veqetîne. Em qala komkujiyeke li ber çavan hatiye kirin dikin. Tevî ku têkildarî êrişê bi dehan îstîxbarat di destê miduriyeta polîsan de hebûn jî tu bergirî nehatin girtin. Sosretên di îdianameya 10’ê Cotmehê de cih digirin nîşan dide ku bi zanebûn rê dane komkujiyê. Belgeyên vê li holê ne. Tevî ku di heman mitîngan de bergiriyên zêde hatin girtin jî di mitînga 10’ê cotmehê de hemû noxteyên lêgerînê hatin kirin û her DAIŞ’iyên bombeyên zindî bûn destê xwe hejandin û ketin qada mitîngê. Em dixwazin hemû canên xwe yên di Komkujiya Garê de li dijî şer berdêla parastina aştiyê dane bi rêzdarî bibîr tînin û em careke din dixwazin destnîşan bikin ku ji bo aşkerakirin û cezakirina berpirsyarên vê komkujiyê em ê her tim parçeyek ji têkoşînê bin.
 
 ÊRIŞÊN LI DIJÎ ROJAVA 
 
Hevalên hêja; di serî de li cihên weke Kobanê, Mexmûr, Hesekê, Amûdê, Til Temir, Qamişlo, Dirbêsiyê bi rojane li dijî Rojava êrişek heye. Êrişî ku dikin? Îstasyonên petrol û gazê, avê, santralên ceyranê û nexweşxaneyan dikin. Gelek cih hatine asta ku nikarin bên bikaranîn û xizmetê bidin. Li Mexmûra ku kesên sivîl ên ji ber şer koçkirinê mizgeft hate bombekirin. Bi heman awayî du zarokên lîstik dilîstin, jinên li nav zeviyê dixebitîn û li Dêrîka Rojava 29 endamên asayîşê bi êrişên hewayî hatin qetilkirin.
 
YEKANE POLÎTÎKAYA WE DIJMINATIYA GELÊ KURD E  
 
Desthilata AKP’ê û MHP’ê dibêje divê aştî û aramî hebe. Kesên tenê dibêjin aştî, edalet çima di bin zextan de ne? Hiqûq çima evqas neçalak e. Dîsa di nava hefteyekê de nêzî 500 kes hatin binçavkirin. Bi taybetî bi ser avahiyên me yên navend û navçeyan de digirin hewl didin bi darê zorê bi cihekî ve girê bidin. Vêca çi ye, hûn dijminekî aşkere yê kurdan in. Yekane polîtîkaya we dijminatiya kurdan e. Berxwedan û serînetewandina Hevserokên me yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û Hevserokê Bucayê Nîhat Turk ku herî dawî li Îzmîrê hatin binçavkirin û girtin, wê ji niha û pê ve jî bibe xeta bingehîn a têkoşîna me.
 
EM VEDIXWÎNIN KU LI DIJÎ ÊRIŞAN DENG BÊ DERXISTIN 
 
Hiqûqa şer bi awayekî aşkere tê binpêkirin. Merciyên hiqûqê yên navnetewî bêdeng in, NY tenê dibêje ‘ez bi fikar im’. Lê fikareke ku dest li jiyana mirovan bide nîne. Em bang li saziyên sivîl ên civakî bi taybetî saziyên navneteweyî û tevahiya raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî vî sûcê şer û hewldanên komkujiyê yên komploger ên li dijî sivîlan derkevin û dengê xwe bilind bikin.”
 
Ûçar, bal kişand ser krîza aboriyê ya li welat û destnîşan kir ku 84 milyon kes bi xizanî û birçîtiyê re têdikoşin. Ûçar, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa kesên teqawid jî û anî ziman ku zema perîşanî ya li teqawidan hatiye kirin nayê qebûl kirin. Ûçar, qala destûra bingehîn a ku di rojevê de ye jî kir û daxwaza destûreke bingehîn a nû kir. Ûçar, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke destûra bingehîn e û bi lêv kir ku divê di destûra bingehîn a nû de çareserî bê esasgirtin. Ûçar, têkildarî destûra bingehîn a nû de ev bang kir: “Em bang li hemû beşên civakê dikin ku bi rengekî ku vê pêvajoyê ji yekdestiya hikûmetê re nehêlin, berpirsyariyê bigirin ser milê xwe û pêvajoya avakirina bi hev re bi rê ve bibin”
 
KONGREYA ME KONGREYA KESÊN LI DIJÎ ZILMÊ LI BER XWE DIDINE 
 
Ûçar, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di 15’ê cotmehê de li Eywana Sporê ya Girtî ya Enqereyê kongreya me heye. Ji ber vê yekê weke Partiya Çepên Kesk em îro komcivîna xwe ya dawî dikin. Di serdema nû de em ê li vir û kolanan bi rêveberî û hevalên xwe yên nû re gotina xwe ya herî xurt bibêjin. Ev kongre ne tenê kongreya Partiya Çepên Kesk e, di heman demê de kongreya hemû beşên têkoşînê yên ku li dijî zilma AKP’ê û MHP’ê li ber xwe didine. Ez bang li hemû dost û gelê me dikim ku xwedî li vê kongreyê derkevin û li dora wê bibin yek da ku nîşan bidin ku Tirkiyeyeke demokratîk pêkan e. Ev kongre wekî pêdiviya hemû gelên Tirkiyeyê wê bibe kongreya azadiyê. Ev kongre wê bibe kongreyek li dijî tecrîda ku li ser hemû nirxên demokratîk ên li Tirkiyeyê tên binpêkirin. Ev kongre kongreya me hemûyan e û ev kongre kongreya ku dengê herî xurt ê têkoşîna me lê bê bihîstin e. Dîsa ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû hevalan dikim û her kesî vedixwînim ku kongreyê weke ya we ye xwedî lê derkevin. Bila rêya me hemûyan vekirî be.”