Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne

img

ENQERE - Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne. Di kongreyê de dê navê partiyê were guherandin û hat zanîn ku amadekariyên nivîsandina rêziknameyê û şêweyê birêvebirinê bi dawî bûne. 

 
Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de li Eywana Sporê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo Azadiyê” kongreya xwe li dar bixe. Amadekariyên ji bo kongreyê berdewam dikin. Partiya Çepên Kesk piştî hilbijartinên giştî li Kurdistan û Tirkiyeyê bi gel re civiya û li pêşniyarên wan guhdarî kir. Tê payîn ku Partiya Çepên Kesk mezintirîn kongreya di nava 30 salên dawî de li dar bixe. 
 
Di çarçoveya amadekariyên kongreyê de li navçe û bajaran komîsyon hatin avakirin. Xebatên komîsyonên bajar, navçe û komîsyonên mutabaqet û amadekariyê yên li Navenda Giştî ber bi dawiyê ve ne. Komîsyona Mutabaqetê xebatên xwe yên ji bo hilbijartina hevserokên nû didomîne. 
 
Li hêlekê xebatên ji bo diyarkirina rêveberiya nû tên domandin û li hêla din hat zanîn ku dê kesayetên xurt û surprîz di rêveberiyê de cih bigirin. 
 
XEBATÊN TEVLIBÛNÊ BERDEWAM IN
 
Xebatên Komîsyona Teknîkê jî berdewam in. Li herêmê bi hezaran otobûs hatine temînkirin û xebatên tevlibûnê didomin. Di heman demê de xebatên danasîn û xemilandina eywanê û rengên partiya nû ku hêj nehatine ragihandin dê di kongreyê de bên bikaranîn. Dê di danasîna partiya nû de li eywana kongreyê bên kirin. 
 
NIVÎSANDINA RÊZIKNAMEYÊ Û ŞÊWEYÊ BIRÊVEBIRINÊ 
 
Yek ji xebatan jî nivîsandina rêziknameyê û şêweyê birêvebirinê ya partiya nû ye. Rayedarên partiyê dan zanîn ku xebatên nivîsandina rêziknameya partiya nû û şêweyê birêvebirina wê hatine temamkirin. Di rêziknameya nû de hejmara endamên Meclisa Partiyê hatin kêmkirin, di çarçoveya rexneyan de hinek xal hatin guherandin û xalên nû lê hatin zêdekirin. Her wiha di rêziknameyê de xalên têkildarî perwerdeya bi zimanê dayikê û avakirina akademiya siyasetê jî hatin nûkirin. 
 
JI BO GELEK WELATAN VEXWENDNAME HATIN ŞANDIN
 
Di çarçoveya amadekariyan de ji gelek kesên li Ewropa, Rojhilata Navîn û welatên cuda yên cîhanê dijîn re vexwendname hatin şandin. Hat zanîn ku di vê çarçoveyê de dê gelek kesayetên navdar tev li kongreyê bibin.