Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan diyar kir ku di Doza Kobanê de hewldan heye ku destkeftiyên gelê kurd û jinan bên darizandin. 

 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan têkildarî Doza Kobanê li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî da. Çalagan got ku di Doza Kobanê de hewl didin destkeftiyên gelê kurd û jinan bên darizandin. 
 
Çalagan, da zanîn ku piştî 6 sal û 3 mehan têkildarî bûyerên Kobanê doz hatiye vekirin û wiha got: “Dozeke sexte ye. Nîşeyên agahiyên nepen ên di dosyayan de hatine jibîrkirin û tayînkirina dozgerên navên wan bi rêxistinên sûc tên bilêvkirin a li şandeya dadgehê, nîşaneya vê ye.”
 
‘ÎRADEYA JINAN TÊ DARIZANDIN’ 
 
Bi domdarî Çalagan destnîşan kir ku di Doza Kobanê de ne tenê 108 hevalên wan lê di heman demê hewl didin îradeya jinan bidarizînin û ev tişt anî ziman: “Ya ku dixwazin di vê dozê de bidarizînin; îradeya jinan e ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên êrişî Kobanê kirin û jin hedef girtin têdikoşin. Li Rojava bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin. Ya ku dixwazin bidarizînin, destkeftiyên gelê kurd û jinan e. Her hevala me ya li girtîgehê tê ragirtin, emrê xwe da têkoşîna azadiyê ya jinan. Di têkoşîna li dijî tundî û komkujiyên li dijî jinan de tu carî paşvegav neavêtin. Ji bo ku hevalên me tawanbar bikin, îdianameya ji 3 hezar û 500 rûpelan amade kirine. Her rêzika vê îdianameyê li ser bingeha dijminatiya li jinan hatiye amadekirin. Ev îdianameya ku ji bo jinan tu qîmeta wê nîne, di halê hazir de vala hatiye derxistin.” 
 
BANGA JI BO TEVLIBÛNA DANIŞÎNAN 
 
Herî dawî jî Çalagan wiha got: “Li derve yan jî li hundir, em li ku derê dibin bila bibin em ê bi tu awayî dev ji piştevanî û têkoşîna azadiya jinan bernedin. Îradeya ku Fîgen, Gultan, Sebahat, Ayla û hêj gelek hevalên din raber kirî, rêya me ya têkoşîna azadiya jinê ronî dike. Ji bo ku bibêjin têkoşîna li dijî sûcê mirovahiyê ya li Kobanê hewl didin pêk bînin sûc nîne, ji bo ku bibin dengê rêhevalên xwe yên jin, ji bo mezinkirina piştevaniyê û mezinkirina serhildana xwe, divê em bi awayekî herî xurt xwedî li parastinên rêhevalên xwe yên jin derkevin û tev li danişînên Doza Kompasê ya Kobanê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê Gotina tên lidarxistin bibin.”