Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê

img
AMED - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek diyar kir ku êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê netehemûlkirina kurdan e û got ku divê kurd li dijî van êrişan bibin yek. 
 
Piştî çalakiya 1'ê cotmehê ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Tirkiyeyê di 4'ê cotmehê de li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişan kir. Di êrişan de nexweşxane, mizgeft, tesîsên ceyran, av û depoyên genim hedef tên girtin. Di êrişan de 2 jê zarok 47 kesan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku divê kurd li dijî êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin yek. 
 
‘NETEHEMÛLKIRINA STATUYA KURDAN'
 
Çîftyurek diyar kir ku beriya çalakiya li hemberî Wezareta Karên Navxweyî jî êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistana û yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûn û got ku di êrişên dawî de binesaziya herêmê hedef hatiye girtin. Çîftyurek, destnîşan kir ku ev êriş êrişên netehemûlkirina statuya kurdan e û wiha domand: "Di nêz de Rojhilata Navîn car din veguherî korîdora şer. Tirkiye û Îran dibêjin 'divê ev der bi îstiqrar bin.' Dibêjin ji bo îstiqrara korîdorên Rojhilata Navîn 'divê Iraq û Sûriye bi îstiqrar bin.' Ev tê vê wateyê; dixwazin Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Rojava ji holê rakin. Dibêjin 'ger em vê statuyê ji holê ranekin jî em wê qels bikin.'" 
 
‘MIROV DIMIRIN, CÎHAN TEMAŞE DIKE'
 
Çîftyurek bilêv kir ku kurd ji Herêma Federe ya Kurdistanê heya Silêmaniyê û ji vir jî heya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê şer kirine û wiha pê de çû: "Ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê DAIŞ têk birin. Ger DAIŞ nehata şikandin, îro dê li Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê aramî tune bûya. Li dijî van êrişan koalîsyona navneteweyî, hêzên navneteweyî divê xwedî helwest bin û li cem kurdan bin. Kurdên li her çar beşan û li dîasporayê divê li dijî van êrişan dakevin qadan û çalakiyên xwe xurt bikin. Mirovên me her roj tên kuştin. Cîhanê vê yekê temaşe dike." 
 
Çîftyurek diyar kir ku divê Neteweyên Yekbûyî li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevbigere û got: "Ev statu tenê ne ji bo kurdan, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn e." 
 
‘DEMOKRASIYA BÊYÎ KURDAN NE PÊKAN E'
 
Çîftyurek ku got "Kobanê ya ku bi hezaran ciwanên kurdan ji bo wê canê xwe dan çima tê bombebarankirin?" wiha domand: "Hêzên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe xwedî li vê têkoşînê dernayên. Şerê li Rojhilata Navîn bi sedan sal in didome. Maseya Asyaya başûrrojavayê qels dibe, dibe ku biqede. Dibe ku şerê li Rojhilata Navîn bi Hamasê bê domandin. Ger dilê hêzên navneteweyî li Rojhilata Navîn ji bo aştî û demokrasiyê hebe, ev bêyî kurdan ne pêkan e." 
 
Çîftyurek destnîşan kir ku dvê destkeftiyên kurdan bên parastin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "DIvê em hemû qewîmînên li hemû beşan wekî meseleya xwe ya navxweyî bihesibînin û li gor van berjewendiyan tevbigerin." 
 
MA / Mujdat Can