Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike

img

ENQERE - Zanyarê siyasetê Mûstafa Pekoz diyar kir ku heke Îsraîl di pêvajoya pêş de li Îran, Lubnan û Sûriyeyê qadên pevçûnan berfireh bike dê ev yek ji hêla leşkerî, polîtîk û civakî ve yekser bandorê li kurdan bike. 

Piştî êrişa “Tofana Aksayê” ya baskê çekdarî ya Hamasê Tûgayên Îzzeddîn el- Kassam a di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîlê,  pevçûnên li herêmê didomin. Di pevçûnên heta niha de li Îsraîlê hezar û 200 kesan û di êrişên li dijî Gazeyê de jî hezar û 400 kesan jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî (NY) got ku heta niha zêdetirî 338 hezar kes ji warê xwe hatine kirin. Li gel van geşedanan, Îsraîlê ji bo operasyoneke bejahî ya li dijî Gazeyê bi sedhezaran leşker anîn ser sînor. 
 
Zanyarê siyasetê Dr. Mûstafa Pekoz têkildarî şerê Îsraîl-Filistînê û êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ajansa me re axivî. 
 
‘ŞERÊ LI ROJHILATA NAVÎN HER TIM HEBÛ’
 
Mûstafa Pekoz diyar kir ku tiştên niha li herêmê diqewimin, di tevahiya pêvajoya dîrokî ya Rojhilata Navîn de tên jiyîn û wiha got: “Rewşekî nû nîne. Faktorên weke tundî, pevçûn, şer û hwd. carnan kêm carnan jî dijwar lê bi domdarî hene. Hêj niha jî Rojhilata Navîn navenda stratejîk a hevrikiya kûrewî ye. Ji hêla çavkaniyên enerjiyê ve navend e. Bazirganiya çekan herî zêde li vir heye. Jeopolîtîka wê hêj gelek li pêş e. Ne tenê hevrikiya hêzên kûrewî, ya dewletên herêmî jî bandoreke mezin li hevsengiyan dike.” 
 
NÊRÎNÊN TÊKILDARÎ ÊRIŞAN Û SEDEMÊN WÊ
 
Pekoz, bal kişand ser êrişa Hamasê ya li dijî Îsraîlê û ev tişt anî ziman: “Têkildarî êrişên rêxistinên filistînî çendek nêrîn hene. Ya yekemîn; îdia dikin ku haya Îsraîlê ji her geşedanê hebû, bi zanebûn destûr da êrişê. Sedema vê jî weke; hikûmeta herî nîjadperest-paşverû hate avakirin. Netanyahu, dixwaze rejîmeke totalîter ava bike, parlamentoyê bêbandor bike. Hêj di saetên ewil ên êrişê de Netanyahu got; ‘welatê me dikeve şerekî dirêj û zehmet.’ Ev gotin ji ber xwe ve nehatiye kirin. Bi avakirina Rewşa Awarte ya Sivîl re pêşniyara avakirina ‘hikûmeta şer’ kir û çalakiyên li welêt bi dawî kir. Ji bo avakirina rejîma otorîter jî hemû astengî hatin rakirin. 
 
Ya duyemîn; îdia ew e ku Îsraîlê destûr da êrişê da ku bi awayekî topyekûn êrişî Filistînê bike. Hêj ji saetên destpêkê ve nûçeyên ‘li dijî Îsraîlê êriş hate kirin, sivîl hatin qetilkirin, mirov hatin revandin’ hatin weşandin. Bi vê yekê re hemû operasyonên Îsraîlê rewa hatin nîşandan. Piştevaniya bêdawî û bêşert a qada navneteweyî, vê îdiayê heta astekî piştrast dike. 
 
DÊ ROJHILATA NAVÎN Û FILISTÎN MÎNA BERÊ NEMÎNE
 
Ya sêyemîn; dihat îdiakirin ku Mossad pir xurte û haya Îsraîlê ji her tiştê li Filistînê diqewime heye. Dihat gotin ku ji ber teknolojiya leşkerî ya xurt, di kêliyê de tevdîr digirtin. Bi ‘qebeya hesin’ jî xaka Îsraîlê pir baş dihat parastin. Anku hemû cîhanê digot ku Îsraîl welatê herî biewle û parastî ye. 
 
Lê derket holê ku pergala parastinê ya Qubeya Hesin qels e, pergala peykê ya Îsraîlê û Mossad têkildarî geşedanên leşkerî yên li Filistînê zêde hakim nînin. Bi vê yekê re derbekî mezin li îmaja ‘welatê herî biewle û parastî’ ket. Lê nêrîna ku dibêje Îsraîl ji hêla leşkerî, teknolojî û îstîxbaratê ve di nava zeafiyeteke mezin de ye, xeletiyeke pir mezin e. Misirê got ku rapor ji Îsraîlê re şandine ku dê Hamas êrişê bike. Baş e lê çima tevdîr negirtin? Ne Rojhilata Navîn û ne jî Filistîn dê mîna berê nemîne. Dê pêwendiyên hêzê bi tevahî biguherin. Ya girîng ew e ku tespîta vê rast were kirin. 
 
‘ÎSRAÎL DÊ HEWL BIDE RÊXISTINÊN FILISTÎNÎ JI HÊLA FÎZÎKÎ VE TUNE BIKE’
 
Bi domdarî Sonmez êrişa 11’ê Îlona 2001’an a li dijî DYA’yê û ya Hamasê da ber hev û ev nirxandin kir: “Weke şerê man û nemanê hate nirxandin. DYA’yê çawa bi hinceta êrişê li dijî Efxanistan û Iraqê tevgera dagdirkeriyê dabe destpêkirin, Îsraîl jî dê pevçûnan li hemû qadên filistînî lê dijîn belav bike û bingeha operasyoneke ku Gazeyê li ser nexşeyê tune bike amade bike. Heke li Şerîaya Rojava êrişek çêbibe dê wê derê hedef bigirin. Çawa ku DYA’yê heta kuştina Bîn Ladîn êriş domandibin, Îsraîl jî heta tunekirina hêza leşkerî ya rêxistinên Filistînê û pêşengên wan vê operasyonê bidomîne. Dê hewl bide Gazeyê bi temamî hilweşîne. Îxtîmalekî mezin dê operasyona li dijî Gazeyê dest pê bike. Nexwe nikare armancên xwe pêk bîne. Rojên zehmet li pêşiya Gazeyê ne.” 
 
 
‘PLANA TESFIYEKIRINÊ BERIYA ÊRIŞA HAMASÊ HATIYE KIRIN’
 
Têkildarî gotina Netanyahu ya “Bi bersiva Îsraîlê re dê Rojhilata Navîn biguhere” jî Sonmez wiha got: “Îsraîl hewl dide tevahiya hêza leşkerî ya Hamasê tune bike, Gazeyê wêran bike û peyamekî eşkere bide hemû welat û rêxistinên li dijî xwe. Xuyaye ku dê Rêxistina Rizgariya Filistînê, rêxistina Birayên Misilman a li Misrê, Hîzbûllah a li Lubnanê û ya herî girîng Îran bibin rojev. Lewma xuyaye ku ji guherîna nexşeyan zêdetir, ji bo tunekirina tevahiya hêzên li dijî Îsraîlê planekê bixin meriyetê. Xuyaye ku ev plan beriya êrişa Hamasê hatiye kirin û xwe li benda hincetekî girtine. Êrişa Hamasê jî bû hinceta pêkanîna vê êrişê.” 
 
ROLA ÎRANÊ YA DI ÊRIŞAN DE 
 
Di berdewamê de Sonmez destnîşan kir ku Îran bi awayekî çalak piştgiriya leşkerî, aborî û polîtîk dide rêxistinên weke Hamas û Cîhada Îslamî û ev tişt anî ziman: “Îxtîmale ku di rojên pêş de li ser daxwaza Îranê Hîzbûllah jî bikeve dewrê. Bi vê yekê re Îran a ku hewl didin ji polîtîkaya Rojhilata Navîn were îzolekirin, hem lîstikê xera dike hem jî tev li lîstikê dibe. Îsraîl pir çalak piştgiriyê dide Azerbaycanê û ev yek Îranê pir aciz dike. Heke di nava 10 salên pêş de di navbera Îran-Azerbaycanê de nîqaşên li ser axê dest pê bikin divê kesek weke surprîz nebîne. Lewma Îran jî piştgiriyê dide Ermenistanê. Mirov dikare bibêje ku Îranê li dijî mudaxeleya Îsraîlê ya li ser Azerbaycanê, li ser Hamas, Cîhada Îslamî û Hîzbûllahê bersiv da. Anku got ku dikare bêîstîqrariyê di dilê Îsraîlê de derxîne. Her wiha di navbera Îsraîl û welatên kendavê de pêşketinên girîng çêbûn. Îranê xwest van pêşketinan xera bike û peyamê bide hemû welatên kendavê ku dê bandora xwe bidomîne.” 
 
‘DYA’YÊ BI ŞANDINA KEŞTIYAN HEMÛ HÊZÊN LI DIJÎ ÎSRAÎLÊ HIŞYAR KIR’
 
Sonmez, diyar kir ku DYA’yê êrişa li dijî Îsraîlê weke êrişeke yekser a li dijî xwe nirxandiye û ev nirxandin kir: “Diyar kir ku dê her cureyên piştgiriyê bidin rêveberiya Tel Avîvê. Her wiha mezintirîn keştiya balafiran a cîhanê şand Îsraîlê. Her wiha wezîr Austin got; ‘di pişperdeya êrişê de hewldana xerakirina têkiliyên Îsraîl-Erebistana Siûdî hene.’ Bi vê yekê xwestin Erebistana Siûdî pêvajoyê rast bixwîne û aram bisekine. Her wiha Pentagonê Hîzbûllah hişyar kir ku nekeve nava hewldanan. Jixwe piştî vê hişyariyê jî Hîzbûllahê dev ji êrişan berda. DYA’yê bi şandina mezintirîn fîloya keştiyan re hemû hêzên li dijî Îsraîlê hişyar kir.” 
 
DURÛTIYA DEWLETA TIRK Û POLÎTÎKAYA WÊ
 
Sonmez, diyar kir ku dewleta tirk ji destpêkê ve zimanekî pir baldar bi kar tîne û wiha pê de çû: “Erdogan berê ji bo Netanyahu gotibû; ‘kujer û terorîst’ û têkiliyên dîplomatîk qut kiribû. Lê piştre ji bo xwe nêzî Îsraîlê bike pir hewl da. Hewl dide krîzeke nû nejî. Nexwe dê bi encamên giran ên aborî û polîtîk re rû bi rû bimîne. Lê alîgirên AKP’ê bertek nîşan dan. Lewma dest bi rexneyên biçûk kirin. Erdogan got; ‘rêxistin êrişî sivîlan dikin, dewlet êrişan nakin. Îsraîl dewlet e.’ Bi vê daxuyaniyê qebûl kir ku Hamasê êrişî sivîlan kiriye û sûc kiriye.  
 
Li hêla din ew bi xwe bi roja ye êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di êrişan de binesaziyê hedef digire. Lê dema ew dikin vê yekê ‘rewa’ dibînin. Bi sedhezaran kes li wir dijîn. Binesaziyê hedef digirin. Heman rewş li Gazeyê derbasdar e. Lewma divê li dijî hedefgirtina xizmetên binesaziyê yên li Gaze û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were derketin. Bi gotina Erdogan heke Tirkiye dewlet be divê êrişî qadên gel neke. Nexwe dê bikeve pozîsyona klasîk a rêxistinên îslamîst ên gel hedef digirin. 
 
‘ÇEPA TIRK DEMA MIJAR DIBE KURD BÊDENG DIMÎNE Û POLÎTÎKAYA DEWLETÊ ERÊ DIKE’ 
 
Derheqê helwesta tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê ya li dijî gelê Filistinê û gelê kurd jî Sonmez wiha got: “Beşeke mezin a tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê piştgiriyê didin doza gelê Filistînê. Heta piştgirî danê. Hinek çûn Filistînê, li dijî Îsraîlê şer kirin û mirin. Lê gelek partî û şexsên ji bo Filistînê dibêjin; ‘em mafê tayînkirina qedera xwe ya gelan diparêzin’, dema mijar dibe kurd bi awayekî hişk li dijî vê derdikevin. Dema xwedî li têkoşîna mafdar a gelê Filistînê derdikevin, li hundir ji bo gelê kurd yek gotinê nakin. Bertekekî her biçûk jî nîşanî êrişên li dijî kurdan nadin. Tevahiya van partiyan, bi awayekî bêdeng piştgiriyê didin polîtîkayên dewletê û şoveniya sosyal tercîh dikin. Lê hêzên polîtîk ên piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd jî hene. Divê mirov tevekan wisa nehesibîne.” 
 
‘DIBE KU KURD MECBÛR BIMÎNIN STRATEJIYEKE NÛ DIYAR BIKIN’
 
Sonmez bal kişand ser gotina Îsraîlê ku dibêje ‘dê Rojhilata Navîn’ biguhere û wiha derbirî: “Divê mirov vê gotinê rast binirxîne. Di pêvajoya pêş de heke Îsraîl li Lubnan, Îran û Sûriyeyê jî qadên şer biafirîne û li gorî vê stratejiyeke leşkerî pêş bixe; dê kurd raste rast ji hêla leşkerî, polîtîk û civakî ve ji vê bandora bibin. Dê bandoreke neyînî bike yan erênî bike, ev yek bi temamî di destê kurdan de ye. Pir zehmet be jî heke Îsraîl û DYA êrişî Îranê bikin dê kurd mecbûr bimînin ku stratejiyeke nû diyar bikin. Divê her dibetiya polîtîk û leşkerî were hesabkirin. 
 
‘TIRKIYE DÊ NEKARE JI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD BIREVE’
 
Îsraîl jî di ferqê de ye ku divê çareserî çêbibe. Dê Hamasê tune bike, ji hêla leşkerî ve Filistînê tune bike û piştre jî vegera plana çareseriyê. Dê dewleteke Filistînê ya artêş û leşkerê wê tune û ji her cureyên çekên giran hatiye paqijkirin qebûl bike. Piştî şerekî herî giran dê pêşniyara aştiyê bike. Lê nediyar e bê ka dê were qebûlkirin an na. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Rojhilata Navîn jî statûya polîtîk a gelê kurd e. Li Iraqê statûyeke fermî heye. Li Sûriyeyê statûyeke fiîlî heye. Îran û Tirkiye di pêvajoyên pêş de dê bi pirsgirêka kurd re hîn bêhtir rû bi rû bimînin. Dibe ku pevçûna Îsraîl-Îranê bandora kurdan zêdetir bike û pozîsyona wan a polîtîk xurtir bike. Tirkiye çiqas li ber xwe bide jî nikare ji çareserkirina pirsgirêka kurd bireve.” 
 
MA / Selman Guzelyuz