Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir

img

ENQERE - Ketina eywana 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir. 

Partiya Çepên Kesk dê 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî bi dirûşma “Ji bo azadiyê” li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê li dar dixe. Ji bajarên derdorê bi hezaran kesan berê xwe dan Enqereyê û ji saetên zû yên sibehê ve berê xwe dan eywana kongreyê. 
 
Welatiyên ji hêla Ulusê ve tên û ji sê noqteyên lêgerînê derbas dibin, bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li Îmraliyê dan. Welatiyan dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Pankarta ku li dijî kuştinên sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû vekirin, ji hêla polîsan ve hate desteserkirin. 
 
Welatiyên ketin eywanê, nîşaneyên serkeftinê kirin. Gelek jin jî bi cil û bergên kurdî ketin eywanê. 
 
ROJEVA KONGREYÊ 
 
Di kongreyê de îro dê navê partiyê yê nû û hevserokên giştî bên eşkerekirin. Rojevên sereke yên kongreyê jî pirsgirêka kurd û tecrîda li Îmraliyê ye. Di axaftinan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û bidawîbûna şerê heyî, ji îktîdar û muxalefetê re peyam bên dayîn.