Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin

img

ENQERE - Namzetê Hevserokatiya Giştî ya HEDEP’ê Tuncer Bakirhan di kongreyê de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û got ku divê pêşî lê were girtin û statûya Rojava were naskirin. 

 
Partiya Çepên Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî didome. Ji her çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran kes tev li kongreyê bûn. Dîwanê ragihand ku navê partiyê yê nû Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) e. Tê texmînkirin ku Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê dê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bin. 
 
‘PERGALA KAPÎTALÎST KAOSA HERÎ MEZIN DIJÎ’ 
 
Namzeta Hevserokatiya Giştî ya HEDEP'ê Tuncer Bakirhan di kongreyê de axivî. Bakirhan di destpêka axaftina xwe de hemû beşdarên kongreyê silav kir û ev tişt anî ziman: “Bijî HDK, bijî HDP. Pergala kapîtalîst, kaosa herî mezin a salên dawî dijî. Kaos û krîz li çar aliyên cîhanê belav bûye û li benda çareseriyê ye. Di dewşek wisa de em nikarin çand û sincê di bin siya modernîteya kapîlatîst de bihêlin. Axa Rojhilata Navîn li aliyekî malovaniyê ji berxwedana dîrokî re dike, li aliyê din bûye warê zilm û zordestiyê. Di pêvajoyek wisa de têkoşîn gelek girîng e. Li şûna em vî şerê ku li Rojhilata Navîn pêş dikevin rawestînin, em benzînê lêbikin cehaleteke pir mezin e. 
 
STATÛYA ROJAVA NAS BIKIN
 
Niha li Rojava mizgeft, warên jiyanê û nexweşxane tên bombekirin. Hemû kes dibîne ku cîhan şahide geşedanên li Rojava ye. Cîhan şahid e ku gelê Rojava li ber xwe dide û serî natewîne. Li pêş çavê cîhanê dixwazin li Rojava ku bi milyonan kes lê dijîn, paqijiya nîjadî bike. Divê cîhan, kesên li dijî Filistînê û Rojava durû tevdigerin bibîne. Erdogan dibêje ‘Kesên di şer de bi ser dikevin tune ne.’ Lê li aliyekî şerê li dijî Filistînê rexne dike, li aliyê din Rojava bombebaran dike. Ev durûtî ye. Rojava axa jiyanê ya heviyê ye. Rojava, xaka avakirina azadiya jinê ye. Modela jiyana nû ye. Em li dijî van êrişên li hemberî modela jiyanê ye. Em bang li hemû cemaweriya cîhanê dikin ku nebin şirîkê vê vî sûcî. Em bang dikin. Statûya Rojava nas bikin. Divê beriya her kesî Tirkiye statûya Rojava nas bike. 
 
HETA ŞER BI DAWÎ NEBE KRÎZA ABORÎ ÇARESER NABE 
 
Di 25 salên dawî de îktîdarê 8 milyon dolar pere ji şer re xerc kiriye. Li şûna ku vî pereyi ji bo xizanî, birçîbûn, tenduristî û perwerdehiyê xerc bike; vî pereyî ji bo şer xerc dike. Heta şer bi dawî nebe pirsgirêka aborî çareser nabe. 
 
JI BO OCALAN AZADΠ
 
Pêdiviya vî welatî bi çareserkirina pirsgirêkan heye. Muxatabê van pirsgirêkan heye.  Ew jî birêz Ocalan e. Li îmraliyê tecrîdeke girankirî heye. Sedema tecrîdê jî hewldanên Ocalan ên çareseriyê ne. 3 sal in tecrîda mutlaq didome. Îro hemû cîhan dibêje tecrîd heye. Lê îktîdar hebûna tecrîdê înkar dike. Divê em li dijî tecrîdê li aliyê demokrasî çareseriyê bigirin. Divê hemû demokrat û aştîxwaz li diijî tecrîdê rawestin. Ji bo demokrasî, aştî û çareseriyê divê birêz Ocalan karibe rola xwe bilîze. Em hemû bûn şahid ku di pêvajoya çareseriyê de birêz Ocalan çawa rola xwe lîst. Em ji bo birêz Ocalan azadiyê dixwazin. 
 
DESTÛRA BINGEHÎN 
 
Erdogan qala Destûra bingehîn dike. Lê em dizanin ku vê destûra bingehîn li gorî xwe amade dike. Çareserî Destûra Bingehîn a sivîl û demokratîk e. Niha hilbijartin nêzîk dibe. Em ê hemû şaredariyên xwe yên qeyûm lê hatine tayînkirin ji wan bistînin. Ne tenê şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, em ê aredariyên li herêma Tirkiyeyê jî bi dest bixin. 
Çareserî em in. Dem dema xebat û rêxistinbûnê ye. Çaresî em in û çareserî li cem me ye. Ji bo azadiyê dem dema têkoşînê ye.”