Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye

img

ENQERE - Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun kongreya HEDEP’ê nirxand û wiha got: “Di serî de gelê kurd, vê coşê nîşan da ku gelan tu gav paşve neavêtine.” 

 
Partiya Çepên Kesk duh li Enqereyê 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar xist. Navê partiyê weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hate guherandin. Tulay Hatîmogûllari Oruç û Tuncer Bakirhan weke hevserokên nû yên partiyê hatin hilbijartin. Her wiha di rêveberiya partiyê de jî guhertinên girîng hatin kirin. 
 
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren têkildarî kongreyê axivî. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ 
 
Oneren, diyar kir ku gel bi coşeke mezin kongre şopand û wiha got: “Di serî de gelê kurd, vê coşê nîşan da ku gelên me, sosyalîstan, welatparêzan bi tu awayî paşvegav neavêtine û xwedî li partiya xwe derketiye. Tevî ewqas zextên giran ên bloka faşîst a AKP-MHP’ê jî em li vir in. Em berxwedan û biyardarbûna xwe nîşan didin.” 
 
Bi domdarî Oneren destnîşan kir ku yek ji rojevên sereke yên kongreyê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî bû û wiha pê de çû: “Tecrîdek heye ku li Îmraliyê dest pê kir û niha tevahiya welêt dijî. Zarok jî ji ber gotinên xwe tên girtin û têxin zindanan. Girtî nikarin sûdê ji mafên mirovan bigirin. Tekane rêyeke têkbirina tecrîdê heye ku ew jî têkoşîn e. Heke tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe, dê gelek derî bên vekirin û aştî di demekî kin de pêk bê. Di serî de Îmrali, divê tecrîda li ser temamiya girtîgehan bê rakirin. Em tenê bi xeta têkoşîna şoreşger a yekbûyî dikarin tecrîdê têk bibin. Em ê vê xetê jî li kolanan ava bikin.” 
 
‘ÎKTÎDAR NIKARE LI ROJAVA BI SER KEVE’
 
Di berdewamê de Oneren got ku di kongreyê de li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek hebûn û axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdar bi tu awayî Şoreşa Rojava ranagire. Ji bo ku destkeftiyên wê tune bike jî bi awayekî herî dijwar êrişan dike. Armanca wan ew e ku berxwedana hevpar a li wir û destekftiyên wê yên ji bo hemû cîhanê bûne mînak ji holê rake. Hewl dide têkoşîna bi piştevaniyê têdomandin bi dawî bike. Lê mimkin nîne ku bi ser keve.”