Mihçi yê HEDEP'î: Tirkiye lêçûnên şer li civakê bar dike

img

STENBOL - Endamê Meclisa Partiyê ya HEDEP'ê Mûrat Mihçi diyar kir ku pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin dikare pêşî li ber atmosfera pevçûnî ya li cîhanê bigire û got ku Tirkiye maliyeta şer li civakê bar dike. 

 
Piştî çalakiya 1'ê cotmehê ya li dijî Wezareta Karên Navxweyî ya Tirk, Tirkiyeyê di 4'ê cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişan kir. Di êrişan de depoyên avê, qadên jiyanê û tesîsên ceryan û petrolê hedef tên girtin. Di van êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Mûrat Mihçi destnîşan kir ku êrişên navborî li dijî "pergala jiyana nû" ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. 
 
‘ÊRIŞ LI DIJÎ PERGALA JIYANA NÛ NE'
 
Mihçi bal kişand ser modela "jiyana nû" ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got ku ev model ji bo çareserkirina pirsgirêkên li deverên wekî Qibris, Filistîn û Qerebaxê modeleke girîng e. Mihçi ku got "Li Rojavayê meclisên gel hene û temsîliyetên herî kêm li vir tên temsîlkirin" destnîşan kir ku pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare pêşî li ber atmosfera pevçûnî ya li seranserê cîhanê bigire. Mihçi wiha domand: "Ev model, tenê ne ji bo Tirkiyeyê, ji bo cîhanê jî modelek e ku pergalên şerxwaz li dijî wê ne." 
 
‘TIRKIYE JI MODELA JIYANA NÛ NERIHET E'
 
Mihçi bilêv kir ku modela jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bandorê li dewletên din jî bike û got ku Tirkiye ji ber vê modelê nerihet e. Mihçi destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê bi pesendkirina hêzên emperyal tên kirin û got ku sivîlên li wir gelek êş û azaran dikişînin. Mihçi axaftina xwe wiha domand: "Armanca sereke ya van êrişan, pergala li wir bi xwe ye. Ji ber ku pir nêzî me ye, dibe ku em pir guherînan pir nabînin. Lê mirovên Amerîkaya Başûr bi xwe jî Rojavayê pir meraq dikin. Bi awayekî pir cidî awayê vê jiyana nû vedikolin." 
 
‘ENCAMÊN ŞER LI CIVAKÊ TÊN BARKIRIN'
 
Mihçi destnîşan kir ku maliyeta şer pir zêde ye û got ku Tirkiye piraniya aboriya xwe ji şer xerc dike. Mihçi ku got "Lê mesrefên aştiyê ne ew qasî giran e" wiha pê de çû: "Ya duyan jî veqetîneke hestyarî heye. Gava li wir xizmên we bên bombekirin, xizmên wan ên li vir nerihet dibin. Mesele li Lubnanê xizmên min hene. Ger ew der bê bombekirin, li vir dê fikara gelo dê çi bê serê xizmên min li min peyde bibe. Ewldaên gelê kurd ên li vir jî ji bo xizmên xwe diqilqilin. Li wir tenê kurd najîn, asûrî, suryanî û ermenî jî hene." 
 
FILISTIN, ROJAVA, QEREBAX...
 
Mihçi bilêv kir ku polîtîkayên cîhanê li deverên wekî Filîstin, Rojava û Qerebaxê "di polê de mane" û bal kişand ser bêdengiya ji bo qewimînên li van deran. Mihçi wiha axivî: "Ger hûn rabin gelê sivîl ê li Filîstînê biparêzin ku ev biryareke rast e, lê divê ev ji bo Qerebax û Rojavayê jî wiha be." 
 
Mihçi bal kişand ser tezekerya ji bo operasyonên derveyî sînor jî û got ku ev dê bibe cihê pirsgirêkên mezin. Mihçi destnîşan kir ku HEDEP di vî warî de li vê erdnîgariyê "sîgorteya" aştiyê ye. 
 
PARASTINA AŞTIYÊ
 
Mihçi anî ziman ku di pêvajoyeke wiha de parastina aştiyê barekî giran e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê ya hêja jî di heyameke wiha de parastina aştiyê ye. Divê em nasnameyên xwe deynin aliyekî û telane nasname parastoina aştiyê be." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû