Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!

img
ENQERE - Endamê Komîsyona Plan û Budçeyê yê HEDEP’ê Sezaî Temellî , diyar kir ku di Pêşnûme Qanûna Budçeyê ya Rêveberiya Navendî ya sala 2024’an pêşkêşî Meclisê hat kirin de 40 mîlyar dolar ji şer re hatiye veqetandin û anî ziman ku tercîhên AKP'ê cuda nebûne.
 
Endamê Komîsyona Budçe û Planê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) û parlamenterê Mûşê Sezaî Temellî têkildarî “Pêşnûme Qanûna Budçeyê ya Rêveberiya Navendî ya sala 2024’an” a pêşkêşî Meclisê hat kirin li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Temellî, diyar kir ku dema li pêşnûma qanûna budçeyê ya sala 2024’an dinêrin, weke berê di tercîhên AKP’ê de cûdabûnek nîne û wiha got: “Desthilata AKP’ê zêdetirî 20 salan e budçeyan çêdike. Hêj jî çêdike. Her ku desthilata AKP’ê budçeyan çêdike, her carê aboriya welat xerabtir dibe. Ber bi krîzan ve diçe lê tercîhên desthilatê nayên guherîn. Ev desthilat ji bo dewlemendan, sermayeyê budçeyê çêdike. Li vir beriya her tiştî binpêkirina mafê budçeyê heye. Dema em li hurgiliyên budçeyê dinêrin, dema di sala 2002’yan de AKP bû desthilat 3 Y’yên wê hebûn. Em dikarin niha wan 3 Y’yan bi awayekî cûda bibînin. Ev budçeya xizaniyê ye. Ev budçeya nelirêtiyê ye. 
 
BACÊN JI SERMAYEYÊ NAYÊN WERGIRTIN 2,2 TRÎLYON IN 
 
Temellî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Barê bacê li ser milê kedkaran zêde dibe, bacên ji sermayeyê nayên wergirtin gihiştiye 2,2 trîlyonan. Ev reqameke gelek mezin e. Em dibînin ku budçeyeke zêde ji karên diyanetê re jî hatiye veqetandin. 
 
JI ŞER RE 40 MILYAR DOLAR HATE VEQETANDIN 
 
Dema em li budçeyê dinêrin tenê lêçûnên leşkerî û budçeya ji şer re hatiye veqetandin 40 milyar dolar e. Ji bo ku baştir were fêmkirin bi dolaran dibêjim. Belê nêzî 40 milyar dolaran ji bo lêçûnên leşkerî û mîlîtarîst tên xerckirin û budçeya şer e. Yek ji sedemê herî girîng ên xizanî, enflasyon û krîzan ev budçeya ji şer re tê veqetandine. Dîsa tezkere di Meclisê re derbas bû. Helwesta dijminane ya li dijî kurdan, Rojava û Sûriyeyê hate pejirandin. Tezkereyeke 2 salan di Meclisê re derbas bû. Her fînansmana tezkereyê ji vê budçeyê tê pêşwazîkirin. Lêçûnên leşkerî yên 40 milyar dolar nîşan didin ku çawa ji sifre û beruka gel ji şer re tê veqetandin. 40 milyar dolar ji faîzê re jî tên veqetandin. 
 
EM WEKE PARTÎ BUDÇEYEKE DIN DIXWAZIN
 
Em weke partiyê bi israr dibêjin ku budçeyeke din pêkan e. Pêkane ku mirov budçeya jinan, kedkaran û gelên Tirkiyeyê çêbike. Ev çavkanî heye. Şûna ku em van çavkaniyan ji şer, çek û polîtîkayên ewlehiyê re veqetînin, şûna ku em deynên bacê yên mutehidan jê bibin, şûna ku em ji faîzê re veqetînin, em pêşniyar dikin ku ev bduçe ji gel re bê veqetandin. Pêkane ku mirov budçeyeke bi vî rengî çêbike."