HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da

img
ENQERE - HEDEP'ê, ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûme qanûn da Meclîsê. 
 
Cîgira Seroka Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Meral Daniş Beştaş ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûme qanûnek pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir. Di pêşnûme qanûnê de hat destnîşankirin ku jin di her qadê de rastî cudakariyê tên û pirsgirêka zayendî pirsgirêka demokrasiyê ye.
 
Di pêşnûmeqanûnê de yekeyên xizmetê wiha hatin rêzkirin; 
 
* Midûriyeta Giştî a Statuya Jinê 
 
* Midûriyeta Giştî ya Statuya LGBTÎ'yan
 
* Serokatiya Daîreya Bûdçê ya li gorî Wekheviya Zayendiya Civakî 
 
* Serokatiya Daîreya Têkoşînê ya li dijî her cûreyên tundiyê ya li hemberî jinê 
 
* Serokatiya Daîreya Pêşxistin û Kontrolkirina Îstîhdamkirina Jinê
 
* Midûriyeta Giştî ya Têkiliyên Dervê û Yekitiya Ewropayê 
 
* Serokatiya Daîreya Weşan, Dokumantasyon û Ragihandinê 
 
* Serokatiya Daîreya Pêşvebirina Stratejiyê
 
* Muşavirtiya Hiqûqê
 
* Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştevanî û Çavkaniya Mirovan