Erdogan xwedî li Hamasê derket

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan xwedî li Hamasê derket û weke “koma rizgarî û mucahidan ku xak û welatiyên xwe diparêze” pênase kir. 
 
Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de axivî. Erdogan, got ku dê êrişên wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê bidomin. Bi domdarî Erdogan bertek nîşanî êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê da û got ku dê xwedîderketina wan a li Filistînê bidome. 
 
Erdogan ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku nexweşxane, mizgeft, dibistan, depoyên avê û hwd. hedef hatin girtin û zêdetirî 47 sivîl hatin kuştin jinedîtî ve hat, wiha bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da: "Pirsgirêka me bi dewleta Îsraîlê re nîne. Îsraîl, ji 7’ê cotmehê heta niha êrişên herî hovane yên di dîrokê de pêk tîne. Hema hema nîviya kesên hatine kuştin zarok in û yên din jî dayik û kal. Hûn tu dewleteke din a ku van çalakiyên li dijî mirovahiyê ku bi şev û roj zarokan, bajaran, nexweşxaneyan, cihên bazarê û hwd. hedef digirin li cîhanê nabînin.” 
 
Bi domdarî Erdogan Îsraîl sûcdar kir û ji bo Hamasê wiha got: “Hamas, rêxistineke terorê nîne. Komeke rizgarî û mucahîdan e ku ji bo parastina xak û welatiyên xwe tevdigere.” Her wiha Erdogan ragihand ku plana xwe ya çûna Îsraîlê betal kiriye.