Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Werin em Komara Demokratîk bi hev re ava bikin

img

ENQERE - Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ev bang kirin: “Beriya ku sed salên din jî ji dest me biçin, werin em Komara Demokratîk a ku hemû gel û bawerî tê de bi awayeke azad û wekhev dijîn ava bikin.” 

 
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi boneya 100’emîn salvegera komarê daxuyaniyeke nivîskî parve kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ““Beriya ku sed salên din jî ji dest me biçin, werin em Komara Demokratîk a ku hemû gel û bawerî tê de bi awayeke azad û wekhev dijîn ava bikin.”  
 
KOMARA DEMOKRATÎK
 
Bi domdarî wiha hate gotin: “Demokratîkkirina komarê peywira me ya dîrokî ye. Komarê, sed sal li pey xwe hişt. Kêmasiya komarê ya herî girîng a di sedsala yekeîn de ew bû ku demokratîk nebû. Çand, bawerî û nasnameyên cuda nekarîn li ser bingeha hemwelatiya wekhev de bi awayeke azad bijîn. Di bin serdesttiya zîhniyeta yekperest de bû. Lewma pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane nehat çareserkirin.  
 
Komara Demokratîk, di sedsala duyemîn de nifteya hemwelatiya azad û avakirina neteweya demokratîk e. Di serî de pirsgirêka kurd, dê hemû pirsgirêkên din ên gelan û baweriyan bi Komara Demokratîk çareser bibin. Komara ku li Tirkiyeyê bi demokrasiyê hatiye tacîdarkirin, dê bingeha pêkvejiyana gelên kurd, tirk, ereb, ermen, cihû, faris, suryan û hemû gelên din amade bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan ên dîrokî bibe alîkar. Werin em bi hev re ji sala ewil a komarê dersan bigirin. “Beriya ku sed salên din jî ji dest me biçin, werin em bi hev re Komara Demokratîk a ku hemû gel û bawerî tê de bi awayeke azad û wekhev dijîn ava bikin.”