Seroke Giştî yê CHP’ê yê nû bû Ozgur Ozel

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ozgur Ozel ku weke Serokê Giştî yê CHP’ê yê nû hate hilbijartin wiha got: “Ji bo ku em bi serkeftinê bikevin sedsala nû, ji sibê ve ez seferberiyê radigînim.” 
 
Di 38’emîn Komcivîna Asayî ya CHP’ê de hilbijartin ji bo tûra duyemîn ma û Ozgur Ozel bi 812 dengan weke serokê giştî yê nû hate hilbijartin. Ozel, di daxuyaniya xwe ya ewil de wiha got: “Ez spasiya Kemal Kiliçdaroglû dikim. Ez di ferqa wê berpirsyartiya we daye ser milên min im. Koma me dê ji sibeha duşemê ve di Komîsyona Plan û Bûdçeyê de bi yek hêzê bidomîne. Em ê bala xwe bidin ser pêvajoya hilbijartina herêmî. Ez li vê derê ji milyonek û nîv endamên me re dibêjim; ji bo ku wê xemgîniya xwe ji holê rakin û bi serkeftinê bikevin sedsala duyemîn, ji sibê ve seferberiyê radigihînim.”