Aydenîz: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe em ê li ber xwe bidin

img
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî dibe û ji hbêla fîzîkî ve azad dibe dê berxwdana wan bidome. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Amedê konferansa xwe li dar dixe. Piştî avakirina dîwanê, ji ewil Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî. Aydenîz, navên pêşengên têkoşîna gelê kurd yek bi yek got û beşdar silav kir. Aydenîz, bal kişand ser coşa li eywana konferansê û wiha got: “Bila îktîdar bizane ku ev xwdîderketin, xwedîderketina li têkoşîn û azadiyê ye. Bila kesên dixwazin gelê kurd bifetisînin baş bizanin ku gelê kurd ev sed sal in nesekiniye û dê ji vir û şûnde jî nesekine. Heta ku azadiya xwe bi dest dixe dê têkoşîn û berxwedana xwe bidomîne. Ne tenê li kolan û eywanan, di heman demê de dê li Meclis, girtîgeh û li her qadê têkoşîna xwe mezin bike. Heta ku Kurdistan azad dibe û yekitiya xwe ava dike jî dê partiya gelê kurd têkoşîna xwe bidomîne.” 
 
KRÎZA NETEWE DEWLETÊ
 
Bi domdarî Aydenîz got ku li Rojhilata Navîn şerekî mezin heye û diyar kir ku ev Şerê 3’yemîn ê Cîhanê ye. Aydenîz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev şer, di navbera Modernîteya Demokratîk û Modernîteya Kapîtalîst de ye. Modêla netewe dewletê nikare li Rojhilata Navîn hîmê xwe bigire. Ev sed sal in Rojhilata Navîn di nava şer de ye. Navenda vî şerî jî Kurdistan e. Me di van sed salan de dît ku netewe dewlet tenê dibe sedema krîz û aloziyan e. Lewma em dibêjin ku ev şerên bi sedan sala ye didome ne ji bo gelan, jinan û azadiyê ye. Ev şer ji bo modernîteya kapîtalîst e. Lewma em dibêjin li dijî vê pergalê, çiraya me ya azadiyê heye. Ev çiraye jî azadiya jinan, azadiya gelê kurd e. Me got ‘me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin’ û çiraya me ev e. Ev çiraye pêşiya me ronî dike.” 
 
Di berdewamê de Aydenîz anî ziman ku çareserî Konfederalîzma Demokratîk e û axaftina xwe wiha domand: “Çareserî, li gel birêz Abdullah Ocalan e. Lewma tecrîdê ewqas giran dikin. Em dizanin ku tecrîd, 25 sal in berdewam dike. Dema dewletên hegemon dixwazin krîzê kûr bikin, tecrîdê dirêj dikin. Em dizanin ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Tenê birêz Abdullah Ocalan nayê tecrîdkirin. Gel, girtîgeh û gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî di tecrîdê de ne.” 
 
'JI BO ABDULLAH OCALAN AZADÎ’
 
Axaftina Aydenîz gelek caran bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate qutkirin. Aydenîz, bal kişand ser kampanyayên bi mebesta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatine destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Heta ku tecrîd bi dawî dibe û Abdullah Ocalan azad dibe em ê li her derê li ber xwe bidin. Em dizanin ku azadiya birêz Abdullah Ocalan tê wateya azadiya gelan, jinan û Rojhilata Navîn. An azadî an azadî.”
 
DESTKEFTIYÊN JINAN
 
Aydenîz, bal kişand ser pergala hevserokatiyê û wiha got: “Ji azadiya jinan ditirsin. Ji birêxistinbûna jinan, ji sekna jinan ditirsin. Lewma dema dixwazin peyamekî bidin civakê, li ser jinan didin. Îro bi dehan hevalên me yên hevserok di girtîgehê de ne. Em li vir dibêjin ku em ê dev ji hevserokatiyê bernedin. Em ê di vê mijarê de bi tu awayî paşdegavê neavêjin. Ev modêl îro li Jınwarê gav bi gav tê rêsandin. Hûn tu carî nekarin dengê ‘Jin, jiyan, azadî’ bifetisînin.” 
 
Piştî axaftina Aydenîz, dirûşma “Xeta me Bêrîtan, Rêberê me Ocalan” li eywanê olan da.