Orman: Dê ciwan dest ji têkoşîna xwe bernedin

img
AMED - Endamê PM’a HEDEP’ê Lîvan Orman diyar kir ku hêza dînamîk a ku civakê li ser pêyan digire ciwan in û wiha got: “Civaka ku ciwanên xwe winda dike, tu carî nikare bi ser keve.” 
 
Endamê Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Lîvan Orman di konferansa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de li ser navê ciwanan axivî. Orman, hêvî kir ku coşa û mirûza di konferansê de bibe sembola meşa azadiyê û wiha got: “Dîrokê nîşanî me da ku ciwan her tim pêşengên civakê ne. Ciwanan her tim ji bo civaka xwe fedekarî kir. Dem hat canê xwe da. Lewma hemû hêzên dagirker ji ciwanan ditirsin. Ji ber vê jî bi girtin, pişaftin, tiryak, fihûş û îstîsmarê re rû bi rû dihêle.” 
 
Bi domdarî Orman diyar kir ku rêxistinbûn û têkoşîna ciwanan civakan li ser pêyan dihêle û axaftina xwe wiha qedand: “Abdullah Ocalan jî dibêje; ‘Ciwan her tim dengê civakê ne.’ Civaka ku ciwanên xwe winda dike tu carî nikare bi ser keve. Dema Mazlum Dogan digot; ‘Berxwedan jiyan e’ ciwan bû. Egîd ciwan bû, Alî Çîçek dema canê xwe feda kirî ciwan bû. Dema Abdullah Ocalan digot; ‘Kurdistan mêtingeh e’ hêj ciwanekî 24 salî bû. Îro jî wisa ye û dê di pêşerojê de jî wisa be. Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe, heta ku Kurdistan azad dibe, heta ku çemên Dîcle û Firatê azad diherikin em ciwan dê her tim li ber xwe bidin û dev ji têkoşîna xwe bernedin.”