Serokwekîlê Meclisê Onder: Hewldana darbeyê ye, ez ê biryarê nexwînim

img
ENQERE - Serokwekîlê Meclisê yê HEDEP’î Sirri Sureyya Onder diyar kir ku Dadgeha Bilind ketiye nava hewldana darbeyê û got ku dê biryarê di nobeta xwe de nexwîne. 
 
Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Sirri Sureyya Onder da zanîn ku heke biryara Dadgeha Bilind a derheqê Parlamenter Can Atalay de bê Meclisê dê nexwîne. 
 
BIRYAR DA KU NEXWÎNE
 
Onder, di peyama xwe ya ji bo Serokatiya Meclisê şandî de wiha got: “3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind bi biryara AYM’ê ya derheqê Parlamenterê Hatayê Can Atalay nekir. Îcar bi ser re jî kete nava hewldaneke ‘hukmî bixwînin û parlamenteriya wî bixînin.’ Ez vê nêzikatiya derhiqûqî, weke darbeyeke li dijî pergala destûra bingehîn dinirxînim. Birêz Serok; di serî de hûn hewceye Meclis bersiva pêwîst bide vê guhnedariya li dijî destûra bingehîn û hiqûqê. Di vê çarçoveyê de divê ev hukm neyê xwendin û lê were vegerandin. Nexwe ez ê di nobeta xwe de vî hukmî nexwînim.”