Li Panosê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin

img
AGIRÎ - Di civîna gel a Panosê de ji bo “Meşa Azadiyê” ku dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were lidarxistin, banga tevlibûnê hate kirin. 
 
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê, di 18'ê mijdarê de dê bi pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER) û Komeleya Alîkarî, Piştevanî Çand û Yekitiyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin. Xebatên ji bo tevlibûna meşê berdewam in.  
 
Di vê çarçoveyê de li navçeya Panos a Agiriyê bi gel re civîn hate lidarxistin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (HEDEP) ê Agiriyê Sirri Sakik, gelek endamên saziyên sivîl û welatî tev li civîna li Navenda Çand û Hûnerê ya Serhedê hatiye lidarxistin, bûn. 
 
BANGA MEŞÊ
 
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya axivî û destnîşan kir ku malbatên di eywanê de bedelên giran dane û got: “Em hemû ji bo vê têkoşînê gelek deyndar in. Divê em xwedî li birêz Ocalan ê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, derbikevin. Bi vê boneyê em ê di 18’ê mijdarê de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Divê hemû malbatên me ji bo xwedîderketineke xurt tev li meşa azadiyê bibin. Divê em bi gotina ‘Azadiya civakê azadiya Ocalan e’ li qadan bin.”
 
Hevseroka TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar jî diyar kir ku tecrîd belavî her qadeke jiyanê bûye û axaftina xwe wiha domand: “Em ê bi têkoşîneke rêxistinkirî, azadî û aştiyê ava bikin. Tenê du caran telefon hatiye vekirin û wekî din me bi tu awayî agahî nestendiye. Divê em hemû dengê xwe li Gemlîkê bilind bikin. Heya ku Ocalan azad nebe, ji me re rûniştin, raketin heram e. Heya ku em azadiya Ocalan mîsoger nekin, em ê rûnenin, em ê bi rehetî serê xwe daneynin ser balîf.” Ûyar, ji bo tevlibûna meşê bang li her kesî kir û ev tişt anî ziman: "18’ê mijdarê roja aştî û azadiyê ye. Bi meşandina xebatên xurt, em bi milyonan li Gemlîkê werin cem hev.”
 
Dayika Aştiyê Guneş Tozan jî axivî û got: “Lawekî min di girtîgehê de ye. Cezayê wî qediyaye lê înfaza wî hate şewitandin. Em van heqaretan qebûl nekin. Em vê zilmê qebûl nakin."
 
Hevserokê HEDEP’a Panosê Ahmet Ege jî destnîşan kir ku tecrîd “sûcê li dijî mirovahiyê” ye û bang li hemû derdoran kir ku li dijî tecrîdê dengê xwe derxînin.