‘Divê Abdullah Ocalan bi awayeke fizîkî tev li pêvajoyê bibe’

img
WAN - Hevserokê HEDEP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatab e û anî ziman ku divê şert û mercên fizîkî yên Ocalan bên avakirin. 
 
Hewldan û kampanyayên ji bo rakirina tecrîda mîsoger û pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê ku ev 32 meh in ji Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tû agahî jê nayên girtin, berdewam dikin. Di deklarasyonên li Amed û Stenbolê hatine daxuyandin de li ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate sekinîn. Piştre hat daxuyandin ku dê bi daxwaza rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, di 18’ê mijdarê de li Gemlîkê “Meşa Azadiyê” were lidarxistin. 
 
'TECRÎD PIRSGIRÊKAN KÛR DIKE'
 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrastiyê ya Gelan (HEDEP) ê Wanê Veysî Dîlekçî da zanîn ku çareseriya pirsgirêka kurd, bi azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah pêkan e. Dîlekçî diyar kir ku tecrîd ji asta îşkenceyê derbas bûye û got: “Birêz Ocalan tevî ku rêberek e, ji hêla civakê jî tê nasîn. Di çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê de muxatab e. Ji ber vê yekê tecrîd weke domdar tê meşandin.”
 
Di axaftina xwe de Dîlekçî bi lêv kir ku tecrîd belavî her qadeke jiyanê bûye û got: “Ev rewşe li gorî qanûn û Destûra Bingehîn a halê hazir, pêvajoyeke hiqûqî nîn e û li gorî peymanên navneteweyî jî binpêkirin e. Divê hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbatê re, were pêkanîn. Bendewariyeke mezin a gel heye ku agahiyek ji Ocalan were girtin. Ev tecrîd dibe sedema kûrbûn û neçareserkirina pirsgirêkan. Divê demildest ev tecrîd were rakirin.” 
 
‘MUXATABÊ ÇARESERIYÊ OCALAN E’
 
Dilekçî da zanîn ku Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd û vegûherîna pêvajoyê ya li ber çareseriyê de, xwedî roleke wek mifteyê ye û got: “Ev yek bi salan e tê zanîn. Rola Birêz Ocalan a di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de, nayê nîqaşkirin. Dewlet bi xwe jî vê rastiyê dizane. Dem bi dem taybetî jî hikûmetan, bi birêz Ocalan re hevdîtin kirin. Mînaka herî berbiçav a vê yekê jî di navbera salên 2013-2015’an e. Divê pirsgirêk bi muxatabê xwe re were çareserkirin û muxatab jî birêz Ocalan e.”
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Dîlekçî anî ziman ku tecrîd pirsgirêka her kesekê ye û wiha pê de çû: “Ev pirsgirêk tevî siyaseta kurd pirsgirêka hemû kesên baweriya xwe bi demokrasiyê tînin e. Kes nikare rastiya rola Birêz Ocalan înkar bike. Berdin vê politîkaya tecrîdê, hem ji bo pêkanîna azadiya fizîkî û hem jî di mijara tevlikirina pêvajoyê de, divê hewldanek hebe.”
 
‘DIVÊ OCALAN TEV LI PÊVAJOYÊ WERE KIRIN’
 
Di dawiya axaftina xwe de Dîlekçî bi bîr xist ku pirsgirêka kurd ji pirsgirêkeke herêmî derbas bûye û got: “Ev pirsgirêk di rojeva tevahiya Rojhilata Navîn de ye. Ji ber wê muxatabê gelek pirsgirêkên ji ber vê pirsgirêkê derketine holê jî dîsa birêz Ocalan e. Êdî divê birêz Ocalan weke fizîkî muxatab be. Divê ev tecrîd were rakirin, Divê Ocalan tevli pêvajoyê were kirin şert û mercên wî yên fizîkî divê werin guherandin.”
 
MA / Rûken Polat