Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe

img
ŞIRNEX - Hevşeradara Cizîrê Berîvan Kûtlû, diyar kir ku jin di rakirina tecrîd û azadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, bi biryar in û got: “Heta birêz Ocalan azad nebe, em jin dê azad nebin.”
 
Li Botanê piştî ku starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî hate dayin, jinan dest bi xebatên xwe kirin. Li navçeya Qileban a Şirnexê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) civîna jinan hat li dar xistin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê Zîlan Yaman, Hevşaredara Cizîrê Berivan Kûtlû ya ku li şuna wê qeyûm hatiye tayînkirin û rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên bajarokê Sêgirkê, Dêrahînê û Hîlalê tev li civînê bûn. Civîna jinan ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.  
 
‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN ÊDÎ AZAD BIBE’ 
 
Di civînê de Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ya ku şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin axivî. Kûtlû, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li her keliyên jiyanê, bi awayeke neyînî bandor dike û wiha axivî: “Mîrateya tekoşînê, jinên berxweder ji me re hiştine. Di destpêka tevgera azadiyê heta niha de jin bi awayeke bêhempa li ber xwe didin. Pirsa ku em li vir bikin: ‘Kê em ji nebûnê anîn hebûnê?’ Ev bi saya birêz Abdullah Ocalan e. Lê mixabin bi salan e ku di bin tecrîdê de ye. Ji her mafeke xwe yê rewa bêpar tê hiştin. Dewleta tirk îro derveyî hiqûqê tevdigere. Weke jin û weke netewa kurd, me gelek bedelên giran dan. Lêbelê yê ku herî zêde berdêlê dide û em anîne vê astê birêz Ocalan ê ku ev 32 meh in di bin tecrîdê de ye. Hem dewleta tirk û hem jî hêzên navnetewî bi salan e ku gelê kurd tecrîd dikin. Lêbelê ev rêbaza wan encam negirt û îro jin, ciwan û gelê kurd li ber xwe dide. Armanc ew e ku bi tecrîdê me ji birêz Ocalan dûr bixin. Lêbelê tu hêz nikare vê tecrîdê di dil û mejiyê gelê kurd de bide rûniştandin. Îro tecrîd heta nava mala me hatiye. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Em êdî qala rakirina tecrîdê nakin, em qala azadiya birêz Ocalan a fizîkî dikin. Pêwîst e ku birêz Ocalan êdî azad bibe. Heta birêz Ocalan azad nebe, em jin azad nabin.” 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET 
 
Kûtlû, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet kir û got: “Bi polîtîkayên şerê taybet mejiyê jinan tecrîd kirin. Bi awayeke sîstematîk me ji hebûna xwe, ji çand û zimanê me dûr xistin. Polîtîkayên şerê cîhanê yê duyemîn li ser me didin meşandin. Ji ber ku em bi tang û topan xelas nekirin. Ji ber wê di serî de jinan hedef girtin. Ji ber ku dizanîn ku jin mamosteya civakê ye. Divê ku em bizanibin ku pergala kapîtalîzmê li ser rêbazeke çawa didin meşandin. Heya heskirina me jî ew diyar dikin. Lêbelê divê ku em li dijî van polîtîkayan, parastina xwe ya cewherî bikin.” 
 
Civîna jinan bi nîqaş û nirxandinan bi dawî bû.