Hatîmogûllari: Îktîdarê mexdûrên erdhejê neçar kir ku koç bikin

HATAY - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku îktîdarê li herêmên erdhejê dibistan û nexweşxane ava nekirin û bi sepanên xwe hewl dide elewiyên ereb ên li Hatayê neçarî koçberiyê bike. 

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî çendek hevdîtin kir. Hatîmogûllari û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sûltan Ozcan, parlamenterên HEDEP’ê Sevîlay Çelenk û Perîhan Koca, piştî navçeya Defneyê çûn serdana Samandagê. Hatîmogûllari, li Eywana Şînê ya Endezyar Suphî Guzey a Samandagê bi jinan re civiya. Gelek mexdûrên erdhejê jî tev li civînê bûn. 
 
‘NE SEFERBERÎ LÊ OHAL ÎLAN KIRIN’
 
Di civînê de Hatîmogûllari anî ziman ku ji roja destpêkê heta niha li Hatayê bûn û wiha got: “Me hewl da bi hev re kavilan rakin. Me bi hev re qêrînên mirovên di bin kavilan de bihîstin. Hêj niha jî bi şev ew qêrîn tên xewna me. Diqêriyan û digotin; ‘me rizgar bikin.’ Me hêj ev travmaya derbas nekiriye. Lê me di nava kavilên erdhejê de pir baş bi destên hev girt. Bi saya piştevaniya civakî ya li çar aliyên Tirkiye û cîhanê em baş xwedî li hev derketin. Dewlet li vir tune bû lê em tevek li vir bûn. Mirovan em ji bîr nekirin. Gelek saziyên derveyî welat alîkarî dan. Her kesên xwedî wijdan ên li Tirkiyeyê, çepgiran, şoreşgeran, welatparêz û gelê kurd bi destê me girtin. Ava ewil, pariyê nan ê ewil wan da me. Em vê ji bîr nakin. Hûn tevek jî dizanin, serê sibehê saet di 4’an de me hewl da kesên di bin kavilê avahiya li hemberî Dibistana Pîşeyî ya Keçan rizgar bikin. Lê me tu makîne peyda nekirin. Lê dema îhale hatin vekirin, holdîngên alîgirên AKP’ê her devera Antakya û Samandagê bi makîneyan tije kirin. Diviya di vê karesata wiha mezin de seferberî bihata ragihandin lê wan OHAL ragihandin. 
 
BACÊN GEL PÛÇ KIRIN
 
Piştî erdheja Golcukê bi sepana baca erdhejê pereyên pir mezin hatin komkirin. Hevalên me hesab kirin bê ka bi wan pereyan dikariyan çiqas avahiyên erdhejê çêbiki. Dikariyan milyonek avahiyên erdhejê çêbikin. Lê dema me aqûbeta wan pereyan pirsî, wezîr got ku ji bo çêkirina rêyan bi kar anîne. Ew bacên gel ên ji bo erdhejê tevek pûç kirin. 
 
ALIYÊ ERDHEJÊ YÊ QET LI SER NAYÊ AXAFTIN 
 
Em bi boneya 25’ê Mijdarê li Hatayê ne. Herî baş jinên li vê eywanê dizanin bê ka di erdhejê de jin çiqas zehmetiyan dikişînin. Em îro bi jinên Balliozê re axivîn û gotin; ‘Konên me çiriyan û ev 9 meh in em heman konan bikar tînin. Av tê de diherike.’ Pir kêm tê vegotin lê îstîsmara ku li konbajar û konteyneran li jinan tê kirin pir cidî ye. Bi tundî û tacîzên zayendî yên mêran re rû bi rû man. Yek ji aliyekî erdhejê yê ku qet li ser nayê axivîn jî ev e. 
 
NEXWEŞXANE Û DIBISTAN NEHATIN ÇÊKIRIN 
 
Li ser kursiyan parlamenterên me gelek caran gotin ku divê dibistan û nexweşxane bên çêkirin. Lê çênekirin. Vê îktîdarê ev erdhej weke lûtfa xwedê dît. Xwest me ji xaka me derxîne. Lê em neçûn û pêşengtiya vê jî we jinan kir. Gelek gundên elewiyan tavilê dan ber îstîmlaqê. Lê jinên Dîkmeciyê gotin em naçin. Li ser xaka xwe li ber xwe dan. Piştre çi bû, neçar man ku betal bikin. Divê wiha bidome. Bi qanûna herî dawî ya têkildarî rezervan re hewl didin xaka me pêşkeşî alîgirên xwe bikin. 
 
EM Ê BI VÊ HÊVIYÊ BIJÎN 
 
Em ê xwe nedin jibîrkirin û bi piştevaniyê bijîn. Em ê hêviya xwe li xaka Samandagi, Antakya, Defne û Îskenderûnê bispêrin axê, ji wir dîsa jiyanê şîn bikin û jinûve bibin. Em ê teqez bi ser kevin û jinûve ava bikin.” 
 
Piştî hevdîtina bi jinan re, Hatîmogûllari û şandeya pê re dê li Serînyol û Dortyolê bi jinan re bicivin.