DEM Partiyê yek bi yek hemû navnîşan eşkere kir: Polîs û leşker weke hilbijêrên gerok tên bikaranîn

ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Rûştû Tîryakî diyar kir ku bi hezaran leşker û polîs weke hilbijêrên gerok tên bikaranîn û wiha got: “AKP hewl dide bi hîleyan vîna me xesp bike. Destûrê nedin vê yekê.” 

Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Rûştû Tîryakî têkildarî veguhestina hilbijêran li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê da. Tîryakî, sepanên di dema berê de bi bîr xist û bi awayeke berfireh nîşan parve kir bê ka li kîjan bajaran çend kes hatine veguhestin. 
 
LI CIHÊ 5 HILBIJÊRAN HEZAR Û 445 HILBIJÊR HATINE QEYDKIRIN 
 
Tîryakî, ji navenda Îdirê mînak da û bi bîr xist ku HDP’ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2009’an de bi ferqeke bi qasî hezar û 514 hilbijêran bi ser ketiye. Tîryakî, wiha domand: “AKP ji bo bandorê li hilbijartinên rêveberiyên herêmî bike, di nava hewldanan de ye. Navnîşanda Hejmar: 5 a Kolana 831 a Taxa Pîr Sûltan Abdalê navnîşaneke nû ye. Li vê derê hezar û 450 hilbijêr hatine qeydkirin. Ji van hilbijêran tenê 5’an jê di hilbijartina 14’ê Gulanê de deng dane. Yên din ji derveyî Îdirê anîne.” 
 
'LI NAVNÎŞANA TUNE 743 HILBIJÊRÊN ZILAM HATINE QEYDKIRIN’ 
 
Di berdewamê de Tîryakî bal kişand ser navnîşaneke din a li ser Cadeya Kazim Karabekir a li Taxa Konakliyê û ev tişt anî ziman: “Di hilbijartinên 6 meh berê de navnîşaneke wiha tune ye. Li vê navnîşanê jî 743 hilbijêrên zilam hatine qeydkirin. Di Pergala Lêpirsîna Navnîşanê de ev der weke Midûriyeta Emniyetê ya Bajar xuya dike. Kargeheke û li vê kargehê 743 hilbijêrên zilam hatine qeydkirin. 
 
Di hilbijartinên 2023’yan de hezar û 186 hilbijêrên ku qeyda wan li derveyî welêt xuya dike, ji bo ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2024’an veguhestine navenda Îdirê. Heke gotin di cih de be hilbijêrên gerok hatine amadekirin. Îktîdareke ku di serdemekê de qeydên polîs û leşkeran dida derveyî welat, niha jî vediguhese bajarên cuda.”
 
SÊRT: LI NAVNÎŞANEKÊ 2 HEZAR Û 55 KES HATINE QEYDKIRIN 
 
Di berdewamê de Tîryakî li ser navenda Sêrtê mînak da û wiha pê de çû: “Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2019’an de HDP’ê bi hezar û 161 deng ferq ev der bi ser ket. Bi qasî ku me tespît kiriye herî kêm 6 hezar dengên biguman hene. Ez qala hilbijêrên xeyalî nakim. Lê belê bi awayeke biguman bi hezaran hilbijêr li navenda Sêrtê hatine veguhestin. Li navnîşana Hejmar: 4 a Taxa Cengîz Topelê 10 hilbijêr hebûn. Lê niha çiqas hatiye zêdekirin? Ji sedî 20 hezar û 890 hatine zêdekirin. Anku 2 hezar û 99 kes hatine qeydkirin. Em qala tenê yek navnîşanê dikin. Ji van tenê 10 jê hilbijêrên navenda Sêrtê ne. Yên din tevek ji derve anîne.” 
 
YEK BI YEK RÊZ KIR 
 
Tîryakî wiha dom kir: “Navnîşana Hejmar: 75 a Cadeya Abdurrahman Kavak a Taxa Doganê; ev der jî di pergala lêpirsînê ya navnîşanê de weke Midûriyeta Şaxa Tevgera Taybet a Midûriyeta Emniyetê xuya dike. Li vê derê hejmara hilbijêran 7 bû lê derketiye hezar û 989 kesan. Her wiha navnîşaneke din jî li navenda Sêrtê ye. Navnîşana Hejmar 117/12 a li Bûlwara Hukumetê ya Taxa Barişê; di hilbijartina gulanê de navnîşaneke wiha nîne. Bêguman dibe ku navnîşaneke nû çêbibe. Lê li vir qeyda 2 hezar û 55 hilbijêran hatiye çêkirin. Mîna li du navnîşanên din, li vir jî qeyda 2 hezar û 55 hilbijêrên zilam ên di temenê 20 salî de hatine çêkirin. 
 
QEYDA HILBIJÊRAN LI MÊVANXANEYÊ HATINE ÇÊKIRIN 
 
Weke ku min gavek berê gotibû, qeyda hezar û 533 hilbijêrên ku di hilbijartina gulanê de qeyda wan li derveyî welat xuya dikirin veguhestine navenda Sêrtê. Ji bo manîpulekirina encamên hilbijartinê, endezyariya hilbijartinê tê kirin. Navçeya Misircê ya Sêrtê; HDP’ê di hilbijartina 2019’an de bi 200 dengan ferq hilbijartin qezenc kiribû. 3 hezar kes ne anîne vê derê. Hejmareke ji vê hinek zêdetir anîne. Navnîşana Hejmar: 32 ya Cadeya Jandarmayan a Taxa Kulturê li ser pergala lêpirsîna hilbijêran de weke mêvanxane xuya dike. Kes nikare qeyda xwe li mêvanxaneyê çêbike. Li ser vê mêvanxaneyê ji ewil qeyda 13 hilbijêran hebû lê niha ji bo mêvanxaneyeke din 3 hezar hilbijêr hatine veguhestin. Ev jî tê wê wateyê ku dê bandorê li encamên hilbijartinê bike. 
 
AKP’Ê ŞIRNEX BI DENGÊN VEGUHESTÎ QEZENC KIRIBÛ 
 
Dixwazim çendek mînakan jî li ser Şirnexê bidim. AKP’ê di sala 2019’an de şaredarî bi 8 hezar û 500 dengan bi dest xist. Dixwazim li vir tiştekî diyar bikim, li Şirnexê heta li axûran jî qeydên hilbijêran hatibûn çêkirin. Me tevahiya van belge kiribûn û serî li YSK’ê da lê encamek jê derneket. AKP’a ku zanî nikare di hilbijartina gulana 2023’yan de bi ser keve, îcar vê endezyariyê bi awayeke cuda bidomîne. Cadeya Şehît Tumgeneral Erdogan Aydin a Taxa Yeşîlyurtê di pergala lêpirsînê de weke qada leşkeriyê xuya dike. Qada ku herî zêde hilbijêr lê tên veguhestin ev der e. Li vê qadê hejmara hilbijêran 752 ye. Lê ev rêjeye ji sedî hezar û 600 zêde bûye û niha 5 hezar hilbijêr li wir qeydkirî ne. Ji van qeydan qeyda 4 hezar û 368 hilbijêran nû ne. Yek ji wan jî Şirnexî nîne. Bi awayeke balkêş temamiya van hilbijêran ji Silopiya û Cizîrê hatine veguhestin ku AKP baş dizane ku nikare şaredariyên wan deveran bi dest bixe. Di hilbijartinên gulanê de li navnîşana Hejmar 91 a Cadeya Gumuşdere ya Taxa Nû tenê 15 hilbijêr xuya dikirin. Valahiya hilbijêran a li vê derê ji sedî 8 hezar û 933 bû. Niha derketiye 13 hezar û 552 hilbijêran ku temamiya wan ji zilamên ciwan pêk tê. 
 
506 KES VEGUHESTINA MALA POLÎSAN
 
Navnîşaneke din jî bûlwara vîlayetê ya Taxa Bahçelîevlerê ye. Di pergala lêpirsîna hilbijêran de ev der weke mala polîsan xuya dike. Di demên berê de jî polîs li vir qeydkirî bûn û tenê 14 polîs lê diman. Lê niha 506 hilbijêr lê xuya dikin. Her wiha mînaka veguhestina hilbijêran ji derveyî welat îcar li Şirnexê jî derdikeve pêşberî me. 804 hilbijêrên di hilbijartinên meha gulanê de xuya dikirin ji bo vê hilbijartnê veguhestine navenda Şirnexê. 
 
HEJMAREKE ZÊDE YA HILBIJÊRAN VEGUHESTIN QILEBANÊ 
 
AKP’ê di hilbijartina 2019’an de bi 143 dengên zêdetir de Şaredariya Qilebanê bi dest xist. Ji bo navçeyeke wiha ev hejmar zêde ye. Niha hejmareke pir zêde ya hilbijêran veguhestine vênavçeyê. Navnîşana Daîreya 102 a Hejmar:13 a Kolana Kaleyê ya Taxa Kilabanê di hilbijartinên gulanê de xuya nake. Anku navnîşaneke wiha tune ye. Dibe ku nû be lê tam 917 hilbijêr lê hatine veguhestin. 3 hezar û 55 kesên ku weke hilbijêrên derveyî welat xuya dikin li Qilebanê hatine veguhestin. Temamiya van kesan zilamên ciwan ên 20 salî ne. 
 
ÇEL
 
Ez niha jî derheqê bajarekê din de agahiyan parve bikim. Navçeya Çelê ya Colemêrgê. AKP’ê di hilbijartinên sala 2019’an de ev der bi 94 dengên zêdetir bi dest xist. Di esasê xwe de hejmareke zêde ye. AKP’ê dizanî ku nikare Çelê di rewşên asayî de bi dest bixe lewma gelek hilbijêr veguhestine. Tenê ji sedî 15’ê şêniyên Taxa Yeşîlçeşme ya Çelê ji colemêrgiyan pêk tê. Ji hilbijêran tenê 801 kes jê colemêrgî ne. Ser re jî di hilbijartina 14’ê Gulanê de li navnîşana Hejmar 6/2’yê tenê qeyda kesekî heye. Nav û paşnavê wî/ê li gel me heye. Rêjeya hilbijêran a li vê derê ji sedî 92 zêde bûye û 923 hilbijêrên nû lê hatine qeydkirin. Her wiha li navnîşaneke din 67 hilbijêr hebûn lê ev hejmar niha bûye hezar û 224 kes. Li navnîşaneke din hejmara hilbijêran 501 bû lê niha bûye hezar û 455 kes. Dê têkildarî van kesek bi navê AKP’ê biaxive. Lê divê baş bizanin ku em temamiya navnîşanan yek bi yek dizanin û dê îtîrazê bikin. Dê nekarin bi hincetên weke malên polîsan e, cihên leşkerî ne û cihê tevgera taybet a emniyetê li wir dimîne xwe xelas bikin. 
 
ŞEMZÎNAN
 
Di hilbijartina 2019’an de AKP’ê bi 154 dengên zêdetir Şaredariya Şemzînan a Colemêrgê bi dest xist. Niha dizane ku îxtîmala qezenckirina wê nîne. Hejmara herî zêde ya hilbijêran li Taxa Modayê hene ku hejmara wan 5 hezar û 963 kes e. Hêzên ewlekariyê li vir jî hatine komkirin. Hejmara colemêrgiyan li vir daxistine ji sedî 48’ê. Yek ji navnîşanan jî Mala Kumeyan a Taxa Modayê ye. Tevahî jê zilam û ne colemêrgî bi giştî qeyda du hezar û 200 hilbijêran hene. Ji van kesan hezar û 296 jê li navnîşana hejmar 105’ê ne. Her wiha gelek hilbijêr ji derveyî welat anîne. Di hilbijartinên gulana 2023’yan de qeyda 892 hilbijêran veguhestine Şemzînanê. 
 
GEVER 
 
Ez niha jî çendek mînakan ji Bajêrgeh a Geverê bidim. Di hilbijartina 2019’an de AKP’ê bi 115 dengên zêde ev der bi dest xistiye. Li vir çi kiriye? Bi giştî hejmara hilbijêrên Bajêrgehê 3 hezar û 541 e. Tenê li malên Kume yên Rûbarekê hezar û 517 leşker weke hilbijêr li vê derê hatine qeydkirin ku temamiya wan zilam in. 
 
NAVENDA QERSÊ
 
Navenda Qersê; di hilbijartina 2019’an de HDP’ê ev der bi hezar û 238 dengên zêde qezenc kir. Navnîşana Daîre 1 a Hejmar 50/2 ya Cadeya Şehît Yûsûfbey a Taxa Cumhuriyetê di pergala lêpirsîna hilbijêran de weke Mala Artêşê xuya dike. Di hilbijartinên gulanê de li vir tenê 13 hilbijêr xuya dikin. Çiqasî zêde bûne? Rêjeya wê ji sedî 23 hezar û 15 zêde bûye û derketiye 3 hezar û 5 hilbijêran. Ji van 2 hezar û 995 hilbijêran di demên berê de li navnîşanên cuda dengê xwe dane. 
 
Navnîşana 101/A a Gazî Ahmet Muhtarpaşa ya Taxa Cumhuriyetê; di hilbijartinên 6 meh berê de tune ye û di pergala lêpirsîna hilbijêran de weke Mêvanxaneya Hêzên Çevîkê xuya dike. Lê niha tevahî jê zilamên ciwan, 498 hilbijêr lê hatine qeydkirin. 
 
Navnîşana Hejmar 1/15 a Malên Kume ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajar di pergala lêpirsîna hilbijêran de weke mêvanxane xuya dike. Di hilbijartina gulanê de tenê qeyda hilbijêrekî hebû. Lê niha 503 kes lê hatine qeydkirin. Her wiha mîna li navendên din, li vê derê jî 920 hilbijêrên qeydên wan li derveyî welêt xuya dikirin ji bo vê hilbijartinê veguhestine navenda Qersê. 
 
HESKÎF
 
Cihekî din jî Heskîf a Êlihê ye. Di sala 2019’an de AKP’ê bi 496 dengên zêde ev der bi dest xist. Navnîşana Hejmar 73 ya Cadeya Recep Tayyîp Erdogan a Taxa Ramanê di pergala lêpirsîna navnîşanê de weke Fermandariya Cendirmeyan xuya dike. Di hilbijartina gulanê de tu hilbijêrên wê nînin. Lê niha 154 hilbijêr xuya dikin. Navnîşanên Hejmar: 133 û Hejmar: 33 yên li Bûlwara Recep Tayyîp Erdogan a Taxa Eyyubî di pergala lêpirsîna navnîşanê de weke Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê xuya dikin. Di hilbijartinên gulanê de li van navnîşanan qeydên tu hilbijêran nînin. Lê niha 150 hilbijêr hene. Hejmara hilbijêrên qeyda wan li navenda Heskîfê nînin 110 bû lê hejmara hilbijêrên li navendê hatne veguhestin hema hema 4 qatî wê ne û bûye 355 kes. 
 
Navçeyeke din jî Kercews e. Di hilbijartinên 2019’an de AKP’ê bi 43 dengên zêdetir ev der bi dest xist. Bi awayeke derhiqûqî, gundekî 5 km’an dûrî navenda navçeyê girêdayî navçeyê kirin û bi vî awayî bi ser ketin. Lê dizane ku niha nikare qezenc bike. Lewma serî li endezyariyê da. Navnîşana Hejmar: 2/15 ya Bûlwara Kazim Koyuncu ya Taxa Baglarbaşiyê di pergala lêpirsîna navnîşanê de weke qada leşkerî xuya dike û di hilbijartina berê de tu hilbijêrên wê nebûn. Ji meha cotmeha 2023’yan ve ji 149 hilbijêrên li vê navnîşanê tenê yekî jê di hilbijartina 14’ê gulanê de dengê xwe li Kercewsê daye. 
 
Navnîşana Hejmar: 2/3 ya Bulwara Kazim Koyuncu ya Taxa Baglarbaşiyê di pergala lêpirsîna navnîşanê de weke qada polîsan tê nîşandan. Di hilbijartina 6 meh berê de navnîşaneke wiha xuya nake. Lê belê ji cotmeha 2023’yan ve yek ji 147 hilbijêran di hilbijartina 6 meh berê de li Kercewsê dengê xwe nedaye. Tevahiya wan ji derveyî navçeyê anîne. 
 
 
KERBORAN
 
Em niha jî qala Kerboran a Mêrdînê bikin. Di hilbijartinên 2019’an de AKP’ê bi 664 dengên zêde bi ser ketiye. Navnîşana Hejmar 31 a Cadeya Şehît Alî Îbrahîm Aksoy a Taxa Bahçebaşiyê di pergala lêpirsîna navnîşanan de weke Midûriyeta Emniyetê xuya dike. 341 hilbijêr li vir qeydkirî xuya dikin û ji van tenê 11’an jê di hilbijartinên gulanê de li Kerboranê dengê xwe dane. 
 
Navnîşana Hejmar: 14 a li Cadeya Kişlayê ya Şehît Ustegmen Emrah Şahîn Kişlayê ya Taxa Sefayê di pergala lêpirsîna navnîşanê de weke Fermandariya Cendirmeyan xuya dike û 227 hilbijêrên wê hene. Ji van hilbijêran tenê 19’an jê di hilbijartina 14’ê gulanê de dengê xwe li Kerboranê dane. Gelemperiya van hilbijêran ji Nisêbînê hatine veguhestin ku ew jî dizanin nikarin li wir bi ser kevin. 
 
STEWR
 
Navçeyeke din jî Stewr a Mêrdînê ye. Di hilbijartinên 2019’an de HDP’ê bi 764 dengên zêde bi dest xist. Navnîşana Hejmar: 14 a Cadeya Mardînê ya Taxa Kaplanê di pergala lêpirsîna navnîşanê de weke qada hêzên ewlekariyê xuya dike û di hilbijartina gulanê de tenê 2 hilbijêr lê qeydkirî ne. Lê niha 655 hilbijêr lê hatine veguhestin. Ji van tenê yekî jê di gulanê de dengê xwe li Stewrê da ye. 
 
Navnîşana Hejmar: 5/1 a li Kolana 125/1 a Taxa Safayê di pergala lêpirsîna navnîşanê de weke Amîrtiya Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê xuya dike. Di hilbijartina gulanê de navnîşaneke wiha tune bû. 254 hilbijêr li vir hatine veguhestin. Ji van tenê yekî jê di gulanê de li Stewrê dengê xwe daye. 158 jê ji navçeya Artukluyê veguhestine Stewrê. 
 
PASÛR
 
HDP’ê di hilbijartina 2019’an de şaredariya Pasûrê bi hezar û 757 dengên zêde bi dest xist. Navnîşana Hejmar: 103 ya Bûlwara Turgut Ozal a Taxa Turgut Ozal di pergala lêpirsîna navnîşanan de weke mêvanxane xuya dike. Di hilbijartina 6 meh berê de qeydekî mêvanxaneya wiha xuya nedikir. Ji cotmeha 2023’yan ve qeyda hezar û 62 hilbijêran lê hatiye çêkirin. Ji van tenê 13’an jê di hilbijartinên 14’ê gulanê de li Pasûrê dengê xwe dane. Ji 2 hezar û 100 hilbijêrên hatine Pasûrê hezar û 49 jê li vê navnîşanê hatine qeydkirin. 572 leşkerên li mêvanxaneyê xuya dikin jî ji Liceyê veguhestine vê derê. 
 
Navnîşana Hejmar: 55 a Kolana Sîvrîce ya Taxa Uzunovayê di pergala lêpirsîna navnîşanan de weke Lojmanên Qereqola Sîvrîceyê xuya dike. Di gulana 2023’yan de ev der lojman e û hejmara hilbijêran 38 bû. Anku di demên berê de hêzên ewlekariyê li vir diman. Jinişka ve hejmara wan deh qet zêde bûye û derketiye 385 kesan. Ji van 385 kesan tenê 5 hilbijêran jê di gulanê de dengê xwe li Pasûrê bi kar anîne. 
 
Navnîşana Hejmar: 55 a Kolana B5 a Taxa Hamzaliyê di pergala lêpirsîna navnîşanê de weke avahiya cemaweriyê tê nîşandan. Di hilbijartina gulanê de hejmara hilbijêran 5 bû lê ji cotmeha 2023’yan ve hejmar derketiye 163 kesan. Ji van tenê 3’yan jê di gulanê de dengê xwe li Pasûrê dane. 
 
HEZAR Û 216 HILBIJÊR HATINE QEYDKIRIN
 
HDP’ê di hilbijartnên 2019’an de Şaredariya Hezroyê bi 524 dengên zêde bi dest xist. Navnîşana Hejmar: 93 a-b-c-e-f-g... ya Cadeya Şehîtlîk a Taxa Hurriyetê di pergala lêpirsîna navnîşanan de weke Fermandariya Cendirmeyan a Hezroyê xuya dike. Di hilbijartinên gulanê de tenê 27 hilbijêr xuya dikin. Ji cotmeha 2023’yan ve hejmar derketiye 813 kesan. Di hilbijartinên berê de li Hezroyê 11 hezar û 813 hilbijêran dengê xwe dane û ji van tenê 11’an jê di hilbijartina berê de dengê xwe li Hezroyê dane. 
 
Yek ji navçeyên herî zêde hilbijêr lê hatine veguhestin jî navçeya Gêlê ye. HDP’ê di hilbijartina 2019’an de bi 843 dengên zêdetir şaredarî bi dest xist. Navnîşana Cadeya Şehît Ahmet Ece ya Taxa Yenîşehîrê di pergala lêpirsîna navnîşanan de weke cihê leşkeriyê xuya dike. Di hilbijartina gulanê de tenê 21 hilbijêr lê qeydkirî bûn lê ji cotmehê ve hezar û 216 kes li wir hatine qeydkirin. Ji van tenê 68 kesan di gulanê de dengê xwe li Gêlê bi kar anîne. 
 
HEJMARA HILBIJÊRAN JI 9 KESAN DERKET 209’AN 
 
AKP’ê di hilbijartinên 2019’an de Şaredariya Avkevirê ya Agiriyê bi 138 dengên zêde bi dest xist. Dizane ku dê dîsa bi ser nekeve lewma 68 kesên ji navenda navçeyê çûne û li şûna 257 kes hatine. Ji van 168 kes jê j Bazîdê anîne û li navnîşanekê hatine qeydkirin. Yek ji van jî ji Agiriyê nînin. Cihê ku me weke cihê mêvanan a Qeymeqamtiya Avkevirê tespît kir, di hilbijartinên gulanê de tenê 9 hilbijêr xuya dikirin lê niha bûye 209 kes. Vaye AKP hewl dide bi vî awayî hilbijartinê bi dest bixe. 
 
MÛŞ
 
Yek ji cihên din jî Milazgir a Mûşê ye. Bi taybet jî ji Kop û gundên wê hilbijêr hatine veguhestin. Li navnîşanên ku di hilbijartinên 6 meh berê de tu hilbijêr li wir xuya nedikirin de niha hezar û 469 hêzên ewlekariyê hatine qeydkirin. Navnîşana Hejmar: 4/4’ê ya Cadeya Agriyê 149 hilbijêr xuya dikin û temamiya van jî ne ji Mûşê ne û di demên berê de li Milazgirê dengê xwe nedane. Ev kes jî ji derve hatine veguhestin. Temamiya wan zilam in. Her wiha 129 kes jî li navnîşana Hejmar: 1 a Cadeya Agiriyê ya Taxa Menguçgaziyê hatine veguhestin ku ev kes ji Mûşê nînin. 
 
Navnîşana Hejmar: 2/4 a Kolana 835 a Taxa Selçukluyê jî 122 hilbijêrên ne mûşî hatine qeydkirin. Her wiha li navnîşana Hejmar: 2/5 a Cadeua Selçûkluyê jî tevahî jê zilam bi giştî 104 hilbijêrê ne ji Mûşê hatine qeydkirin. Em qala kesên di hilbijartinên berê de deng nedayîn dikin. Ji van 104 kesan 57 jê ji navenda Mûşê û 15 jî ji Gimgimê hatine veguhestin.” 
 
BANG LI GEL KIR
 
Banga me ya esasî li gel e; ji ber ku AKP ji xwe tişta ku dizane wê dike. Hewl dide bi hîleyan encamên hilbijartinê manîpule bike. AKP hewl dide bi dek û dolaban îradeya me xesp bike. Banga min li gelê me ew e ku destûrê nedin vê. AKP ne bi dengên we, dixwaze bi dengê leşker, polîs û cerdevanên ku vediguhêze herêmê şaredariyan bidest bixe. Destûrê nedin vê. Hêza gel nîşanî AKP’ê û hemû dijminên gel bidin. 
 
CERDEVAN TEVÎ MALBATÊN XWE ANÎN NAVÇEYAN 
 
Di esasê xwe de yek bi yek em tevahiya kesên hatine veguhestin dizanin ka li ku ji dayik bûne û ji ku ne. Yek ji kesên anîne Colemêrgê ji xelkê bajar nîne. Tu kesên anîne Amedê ji Amedê nînin. Tu kesên anîne Şirnexê ji Şirnexê nînin. Hinek kes jî bi darê zorê ji navçeyan anîne. Bi taybet jî malbatên cerdevanan. Cerdevan û malbatên wan bi darê zorê anîne navendên navçeyan. Hewl didin hilbijartinê manîpule bikin. Gelemperiya kesên hatine veguhestin hêzên ewlekariyê ne.”