Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan

img
ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê di hevdîtinên bûdçeyê yên Meclisê de bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li hemberî veguhestina dengê polîs-leşkeran dan. 
 
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî xalên Pêşniyarqanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2024’an a li Meclisê tê nîqaşkirin, axivîn. Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar û Parlamenterê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Cezayên herî giran ên cîhanê li Tirkiyeyê tên dayîn. Kesên 30 sal in di girtîgehê de hene û bi hinceta ‘poşmantî qebûl nekirine’ nayên berdan. 1-2 tehliyeya wan tê taloqkirin. Di nava darazê de pergala herî mezin ne hiqûq, pergala bertîlê ye.” 
 
'ABORIYA TIRKIYEYÊ ÎFLAS KIR’
 
Tîryakî, got ku aboriya Tirkiyeyê îflas kiriye û wiha pê de çû: “Li cihanê bajarên herî zêde bihayê avahiyan lê zêde dibe li Tirkiyeyê ne. Ev bajar jî Enqere, Stenbol û Îzmîr in. Bihayê avahiyan li Tirkiyeyê ji sedî 133 zêde bûne. Rewşa aboriya Tirkiyeyê ev e. Dema AKP bûy îktîdar, Tirkiye 21’emîn mezintirîn aboriya cîhanê bû. Di pêvajoya çareseriyê de hêj mezintir bû û derket rêza 16’an. Piştî pêvajo bi dawî bûy, daket rêza 23’yan. Aboriya Tirkiyeyê ji her alî ve gelek xerab e. 
 
BERTEKA LI DIJÎ VEGUHESTINA LEŞKER Û POLÎSAN 
 
Leşker û polîs weke hilbijêr li bajarên kurdan tên veguhestin. Li navnîşaneke navenda Şirnexê 6 hezar û 89 hilbijêr hatine qeydkirin. Ji van hilbijêran hezar û 40 jê ji navçeyên Şirnexê anîne. Leşker, polîs û cerdevan weke hilbijêrên gerok tên bikaranîn û anîne vê derê. Hewl didin bi rêya hîleyê di hilbijartinê de bi ser kevin. We hemû leşkerên derveyî sînor anîn bajarên krîtîk. Li Şirnex, Çelê, Colemêrg, Îdir û li dehan cihên din.” 
 
BAL KIŞAND SER PIRGIRÊKÊN ASTENGDARAN 
 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu jî bal kişand ser astengiyên berasteng dijîn. Oduncu, got ku herî kêm 10 milyon hemwelatiyên astengdar hene û mafên wan tune tên hesibandin. 
 
LI PEY DIZÎNA ÇAVKANIYÊN GEL IN
 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî qala bêusûlî û nelirêtiyên qeyûman kir. Eren, da zanîn ku qeyûm erd, dikan û neguhêzbarên din ên şaredariyê difiroşin û wiha got: “Her ku hilbijartin nêz dibe, waliyên mêtingeriyê ewqas bêar bûn ku ji bo tu tiştekî ji hevşaredarên me re nehêlin serî li her cureyên hîleyan didin. Parên şaredariyên yên herêmên pîşesaziya biorganîze jî dewrî walîtiyê dikin.”
 
Eren, têkildarî veguhestina cihê dengê leşker û polîsan jî wiha bertek nîşanî muxalefetê da: “Muxalefet li dijî vê rewşê bêdeng e. Gelo ma dema ev li dijî kurdan tên kirin, rewa dibin? Hemû neheqiyên îro hûn li dijî wan bêdeng dimînin, dê rojekê li we vegerin. Li vî welatî heke neheqiyek were kirin ji ewil kurdan tê kirin û piştre dor tê muxalefetê. Banga min ji bo CHP, Partiya Îyî û Partiya Saadetê ye; heke hûn dengê xwe ji bo Gêl, Pasûr, Hezro, Şirnex û Îdirê dernexînin, dê dest danin ser şaredariyên we bi dest xistin jî. Dê qeyûman tayîn bikin û çavkaniyên şaredariyan talan bikin.”