Bakirhan: Em ê bersiva pêwîst bidin kesên dengê me standin û piştre pişta xwe dane me

ANTALYA - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreya partiyê ya Antalyayê de axivî û wiha got: “Em ê bersiva pêwîst bidin kesên li Kurdistanê vîna me tune dihesibînin û piştî dengên me standin pişta xwe dane me." 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 1’emîn Kongreya Awarte li eywaneke dawetan a li navçeya Kepezê li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreya bicoş de axivî. Bakirhan, da zanîn ku bi Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Gultan Kişanak re ku li şûna wan qeyûm hatibûn tayînkirin û girtin hevdîtin kirine. Bakirhan, silavên wan li beşdaran kir. 
 
Bakirhan, bal kişand ser krîza aborî û wiha got: “Heke îro em nekarin debara xwe bikin, heke mûçe bi têrî teqawidan nekin û xelk di nava hejariyê de be, sedema vê polîtîkayên cihêkar û nîjadperestin. Sedema wê neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Di şerê li dijî kurdan de 800 milyar dolar xerc kirin. Ji bo ku kedkar û ciwanên Antalyayê kar peyda bikin û bikarin debara xwe bikin, divê ev şer bi dawî bibe.” 
 
'EM TEV LI DEM PARTIYÊ BIBIN’
 
Bi domdarî Bakirhan diyar kir ku heke pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk  çareser bibe, dê her kes xwedî dahateke baştir be û ev tişt anî ziman: “Em ji bo vê têdikoşin. Divê her kes piştgiriyê bide vê têkoşînê. Xweziya bingehek hebûya me bikariya bihata gel hev. Bila kurd bi zimanê xwe biaxive, elewî hemwelatiyên wekhev bin û demokrasî hebe. Ji bo pêkvejiyanê hewcehî bi vê zemînê heye. Xurtkirina vê jî deynê stûyê me ye. Nebêjin tenê li Sêrt, Êlih û Amedê qeyûman tayîn dikin û dor nayê van deran. Erdnîgariya Kurdistanê weke laboratuarekê bi kar tînin. Qeyûm tayînî wan deran kirin û piştre jî tayînî Bogazîçiyê kirin. Cînayetên kiryarnediyar li wir dan destpêkirin û li Antalyayê domandin. Ji ewil mal û milkê kurdan talan kirin û piştre li vir domandin. Ez her kesî ji bo xwedîderketina li DEM Partiyê vedixwînim.” 
 
'EM LI GEL ÇARESERKIRINA KRÎZAN E’
 
Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê digotin aqilekî dewletê heye lê niha ew jî nîne. Em dibêjin ‘demokrasî’, ew dibêjin ‘hûn dabeşkar in.’ Em dibêjin ‘em bêkar û bêdebar in’, ew dibêjin ‘hûn terorîst in.’ Her kesên daxwaza mafên xwe dikin weke ‘terorîst’ îlan dikin. Li dijî vê îktîdarê ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin. Em dibêjin ‘em birçî ne’, ew dibêjin ‘wetan, milet, ala, Sakarya’. Ev kes ji bo veşartina nelirêtiyên xwe, ala û welat weke amûrê bi kar tînin. 
 
Em hewl didin krîzên heyî bi rêya demokrasiyê çareser bikin. Em ji bo ku kurd wekhev bin û elewî bikarin baweriya xwe bi awayeke azad bijîn hene. Ev krîz bi destê AKP û siyaseta wê ya derew çareser nabin. Çareserî, demokrasî ye.” 
 
'EM Ê BERSIVA PÊWÎST BIDIN’
 
Di berdewamê de Bakirhan got ku dê li Antalyayê Lihevkirina Bajar esas bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de di serî de li erdnîgariya Kurdistanê em ê hewl bidin vîna gelê me di rêveberiyan de bê temsîlkirin. Dê li bajarên kurdan sindoq bi rêbazên demokratîk bên danîn. Gelê me kê tercîh bike dê namzetên me ew bin. Antalya jî di nav de em ê li van deran jî Lihevkirina Bajar esas bigirin. 
 
Piştre jî Bakirhan bertek nîşanî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê ya CHP’ê da û ev tişt anî ziman: “Hem dê dengê me bistînî hem jî bi wan dengan îktîdara xwe ava bikî. Lê dema kurd eywanê dixwazin jî dê nedî. Ez di hizûra we de bang dikim; em ê hevkariyê bikin, em ê yekitiya hêzê bikin û li ser her maseyê rûnin. Di vir de pirsgirêk nîne. Lê em ê bi tu awayî dengê xwe nedin faşîstan, nîjadperestan û yên eywanan nadin. Hevalên CHP’î jî li vir in. Em ê bi navenda wan a giştî re jî hevdîtinê bikin. Em li vir radigihînin; em ê dengê xwe nedin kesên me tune dihesibînin û mîna AKP-MHP’ê tevdigerin. 
 
EM Ê DI HILBIJARTINAN DE BERSIVA PÊWÎST BIDIN 
 
Gelên me dê bersiva pêwîst bide wan kesên li Kurdistanê îradeya me tune dihesibînin. Dê îradeya me vê carê bi tu awayî neyê pêşkeşkirin. Dê îradeya me tune neyê hesibandin. Dê gelê me bersiva pêwîst bide wan kesên ku li Kurdistanê îrade me tune dihesibînin, yên ku dengê me distînin û piştre pişta xwe li me dizivirinin.” 
 
Piştî xwendina raporên darayî û fealiyetan, bi yek lîsteyê hilbijartin hate kirin. Hulya Can û Îhsan Nergîz weke Hevserokên DEM Partiyê yên Antalyayê yên nû hatin hilbijartin.