Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê: Em ê bajarî radestî xwediyên wê bikin

img
ÎDIR - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê ku polîtîkayên desthilatê yên li dijî Îdirê weke “çetebûn” bi nav dikin, anîn ziman ku di hilbijartinên herêmî de dê bajarî radestî xwediyên wê bikin.
 
Îdir a ku bi sê welatan re sînorê xwe heye û bi avhewaya xwe ya Akdenîzê re tê zanîn, di heman demê de yek ji bajarên girîng ku gelek gel bi hev re lê dijî ye. 
 
Li bajarê ku tercîheke xwe ya siyasî ya zelal heye, tevî ku AKP-MHP û gelek partiyên din tifaq kiriye di salên 2009, 2014 û 2019’an de şaredarî bi dest nexist. Kevneşopiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku bi salan e bajarî bi rê ve dibe, ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re jî bi awayekî bicoş amadekariyên xwe dike. DEM Partiya ku qeyûm tayînî şaredariya wê hate kirin û hevşaredarê wê hate girtin û li bajêr gelên azerî, tirk, kurd û terekeme jê hez dike weke namzetên hevşaredariyê Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kûm ên di pêşhilbijartinê de dengekî gelek zêde girtin diyar kirin. 
 
LÎSTIKA YSK’Ê NEGIRT 
 
Piştî zelalbûna namzetan nav ji Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) re hatin ragihandin. Lê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê namzetbûna Guneş qebûl nekir. Şêniyên bajar ji ber rewşa nezelal du rojan daketin kolanan û anîn ziman ku tişta li Guneş hatiye kirin dij hiqûqî ye. Li ser îtîraza DEM Partiyê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr biryara hatiye dayîn xera kir û namzetbûna Guneş îade kir. Piştî ku ev nîqaş hatin bidawîkirin bajar li dora DEM Partiyê bû xelek. Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Guneş û Kûm komploya YSK’ê û xebatên xwe yên têkildarî bajarî de vegotin. 
 
DI SIYASETÊ DE RÊWITIYA 22 SALAN 
 
Guneş ê di sala 1987’an de di nav siyaseta kurd de cih digire, piştî ku di sala 2009’an de hate hilbijartin û 10 meh şunde hate girtin û nêzî 9 salan di girtîgehê de ma. Guneş ê dadgehê derbarê wî de qedexekirina siyasetê da, têkoşîna xwe li qadên cuda domandin. 3 berhemên nivîskî yên bi kurdî û tirkî ku Guneş dema girtî bû nivîsandine hene. Guneş, sedema cihgirtina li nava vê têkoşînê bi gotina “Min ji ber dilsoziya doza me ya neteweyî cih girt. Diviyabû me refên xwe zelal bikira. Şertan û nasnameya me ev yek bi da kirin” vegot. Guneş bal kişand ser erdnîgariya Îdirê û çandinî û xwedîkirina heywanan ku çavkaniya debarê ye û anî ziman ku bajar di warê demografîk de mînyatûreke biçûk a Tirkiyeyê ye. 
 
‘EM LI DIJÎ TIRSÊ BÛN HÊVÎ’  
 
Guneş, qala girîngiya bi hev re jiyîna gelan kir, wiha got: “Ji berê ve an ku 86 salan ev bajêr ji aliyê beşên rastgir ve hate birêvebirin. Ji aliyê kesên azeriyan tercîh kirin ve hate birêvebirin. Ji îmarê bigirin heta qadên îstîhdamê bi awayekî berbiçav cudakariyek hebû. Dema me di sala 2009’an de dest bi xebatên hilbijartinê kirin, em bi sorkirina Sînan Ogan re rûbirû man. Çavkaniya tirsê ya bi hatina me ya Îdirê ew bû ku jiyana azeriyan bi ser û bin bibe. Lê bi hatina me ev fikar ji holê rabû.”
 
POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ: ÇETEBÛN 
 
Guneş, qala polîtîkayên desthilatê yên li ser bajêr û tayînkirina qeyûman kir û rewşa li bajêr weke “çetebûyîn” penase kir. Guneş, anî ziman ku bi taybetî azerî ji vê rewşê gelek aciz bûn û berê xwe dan partiya xwe. Guneş, bal kişand ser rewşa hewayê ya qirêj a bajêr û sedemên vê yekê û destnîşan kir ku di vê xalê de cih û plana îmarê bi bandor e. Guneş, diyar kir ku li bajêr avahisaziyeke bê ser û ber heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Noxteyeke din jî ew e ku li Îdirê komirê erzan belavî mirovên xizan û feqîr tê belavkirin. Lê dema me şaredarî bi dest xist me hewl da çareser bikin. Li gorî plana me me plankiribû ku bajarî 30 kîlometreyan dûr, veguhezin çiyayî. Ji xwe me zanîngeh bir. Lê ez hatim binçavkirin û girtin. Ez bi xemgînî dibêjim piştî min jî ne fikra min hate wergirtin ne jî projeyên me xistin meriyetê.”
 
NEGUHÊZBAR FIROTIN ALÎGIRAN  
 
Guneş, anî ziman ku polîtîkaya qeyûm xespa vînê ye û wiha lê zêde kir: “Bernameya me ya rêveberiya xwecihî bingeha demokrasiyê ye. Rêveberên herêmî feraseta rêveberiyê ya gel di her mijarê de xwedî biryar û gotinê ye. Demokrasiya temsîlî jî li Îdirê derbeyeke mezin xwariye. Tunehesibandina vîna bi hilbijartinê hatiye û bi rê ve birina qeyûm komkujiya siyasî ye. Xizmet nîne talan heye. Çiqas erdê aydê dewletê hebin hema bêje hemû hatin firotin. Hemû firotin alîgiran. Di bin navê plana îmarê de bi revîzyona hate kirin mirov neçarkirin ku erdên xwe bi du-sê qatan zêdetir bikirin.”
 
‘WALÎ LI BAJAR WEKÎ PARTÎZANAN TEVDIGERE’  
 
Guneş, bal kişand ser têkiliyên di navbera AKP’ê û MHP’ê û waliyê bajar bi rê ve dibe û anî ziman ku walî weke xebatkarekî partiya siyasî li malan xebatan dimeşîne, weke partîzanan alên partiya wan ên li kolana dadixîne û zextê li welatiyan dike ku dengê xwe bide wan.  
 
‘GELÊ ME XWEDÎ LI DOZA XWE DERKET’  
 
Guneş, têkildarî neqebûlkirina namzetiya wî ya ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ve jî ev tişt gotin: “Ji xwe diyar bû ku encam nedigirin. Em hemû amadekariyên xwe her tim bi du nushayan, bialternatîf dikin. Me dizanî ev dê li me vegere. Gelê me berteka pêwîst nîşan da. Di encama bertekê de biryar paşve kişandin. Bêhiqûqiyeke aşkere hebû. Gelê me xwedî li doza xwe derket. Em bi îdia ne. Xwedî derketina gelê me ya doza xwe ya bihêz jî hêviyê dide me. Ya dikeve berê me jî ew e ku em hêviyê xurt bikin, ji bo xurtkirinê jî pir alî bixebitin. Em ê teqez serbikevin. Dema em hatin hilbijartin em ê pêdiviya paradigmaya xwe pêk bînin.”
 
‘EM Ê ÎDIRÊ RADESTÎ ÎDIRIYAN BIKIN’ 
 
Guneş, ragihand ku li bajêr li dora 5 hezar leşker û polîsan weke hilbijêr hatine veguhestin û wiha domand: “Me bi pênc hezar kêmî dest bi xebatê kir. Me pergala sehkirinê ava kir û em naxwazin maleke ku em neçûnê bimîne. Em armanc dikin ku kesên derveyî bajêr xwendekarên wan hene, xebatkarên wan hene tespît bikin û bînin ser sindoqê. Armanca me ya duyemîn jî ew e ku rêjeya tevlibûnê li Îdirê derxin ji sedî 90’ê. Çiqas zêde be dê ewqas şensê me yê serkeftinê zêde bibe. Li gorî daneyên di destê me de tevî hilbijêrên veguhestî yên sexte jî niha em li pêşiya wan in. Banga me ev e; ev tevgereke wijdanê ye. Li hemberî me feraseteke ku me, hêzên demokrasiyê û têkoşîna me tune dihesibîne heye. Ji bo ku em Îdirê radestî îdiriyan bikin bila herkes li cihê ku lê ye bi rêxistinên me re bikeve têkiliyê. Roj roja wijdanê ye. Roj berterefkirina vê feraseta çeteyan û roja ku Îdirê radestî xwediyê bikine.”
 
‘EM JI XETA XWE DERNEKETIN, DI NAVA GEL DE NE’  
 
Yek ji namzetên hevşaredariyê Nejla Kûm jî anî ziman ku bi salan di nav xebatên ciwanan û jinan de cih girt. Kûm, da zanîn ku niha jî li bajarê ku lê ji dayik bûye û mezin bûye bû namzeta hevşaredariyê û wiha got: “Em ne biyaniyên vê tevgerê ne. Ji ber malbata xwe dizanin. Em ji wê rojê ve di nava tevgerê de ne. Em ji xeta xwe derneketin. Di nava gel de ne.” Kum da xuyakirin ku wan şaredarî qezenç kirine û hemû derfetên xwe pêşkêşî raya giştî kirine, lê belê bi tayînkirina qeyûm re ev yek ji holê hatiye rakirin û wiha berdewam kir: “4 sal in qeyûm hemû qadên jiyanê yên Îdirê xera kiriye. Ekolojî qedand, niha jiyaneke bi tendurist nîne. Qirêjî zêde bûye. Binesaziya Îdirê nîne. Veguhestin zehmet e. Piraniya malên me şebekeyên avê nînin. Feraseta wan a li ser şaredariyê ev e. Vê rewşê çavên raya giştî jî vekir. Niha hemû beş bertek nîşanî qeyûm didin.”
 
‘EM Ê BI JINAN RE BI RÊVE BIBIN’ 
 
Kûm, anî ziman ku DEM Partî hêviya gel e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel dibêje heke DEM Partî hebe, DEM Partî dê ji mirovan re tiştekî bike. Me beriya niha çi li Îdirê kir. Pratîka me heye. Bêyî ku cihekariyekî bikin, proje çêkirin. Li bajêr qet destê xwe nedane jinan. Feraseta zîhniyeta yekperest ev e. Jin çi dixwazin? Dema me şaredarî bi dest xist em ê bi jinan re bi rê ve bibin. Em ê bi projeya hevkar tevbigerin. Niha jin di mijara ragihandinê de pirsgirêkê dijîn. Di dîrokê de her tim jin pêşeng bûn. Bi hezaran salan e jin tê kolekirin. Avêtine nava çar dîwaran. Li malê weke di zindanê de be dijî. Jin ne kole ye. Dê di her qada jiyanê de hebe. Di warê çandînî, di warê giştî de dê li her derê hebe.”
 
‘EM Ê DERFETAN PÊŞKEŞÎ CIWANAN BIKIN’  
 
Kûm, diyar kir ku dema şaredarî bi dest xistin dê xizmeta qertê ragihandinê yê bêpere pêşkeşî jinan û ciwanan bikin û da zanîn ku dê di heman demê de atolyeyên zimanê dayikê vekin. Kûm destnîşan kir ku jin di ferqa pirsgirêkên dijîn de ne û axaftina xwe wiha domand: “Em wê sozê didin xwe. Em ê bi wan derfetan biçin cem jinan û ciwanan. Em ê kargehan vekin, febrîqeyan ava bikin. Em ê derfetên şaredariyê pêşkeşî ciwanan bikin. Em bikin ku di asta aboriyê de xwe bidin jiyîn. Li gorî taybetmendiya herêmê dê xebatên me hebin.”
 
‘DÊ LI SER PIYÊN XWE BISEKININ’ 
 
Kum bi lêv kir ku jinên li bajêr di tevahiya rojê de li zeviyan bi mûçeyên kêm tên xebitandin, lê belê dema şaredarî bi dest bixin wê erdên girêdayî şaredariyê qadên çandiniyê ji jinan re vekin û wiha got: “Ev yek barekî mezin e li ser milê me. Ew deynê stûyê me ye. Ji bo erdên çandiniyê yên girêdayî şaredariyê em ê kooperatîfekê ava bikin. Ya ku qezenc dikin dê ji wan re bimîne. Weke koleyan naxebitin. Dê li ser piyên xwe bisekinin.”
 
‘PROJEYÊN ME YÊN QADÊN HEŞÎN DÊ ÇÊBIN’  
 
Kûm, anî ziman ku dê dibistanên jinan jî vekin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dê bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn. Jin dê li wir xwe bi rêxistin bike. Xwe bi kesekî nade perçiqandin. Dê dibistanê me yên partiyê hebin. Qadên jiyanê nînin. Dema saet bû 5-6 hemû mirov dikevin malên xwe. Ji ber ku hewayekî paqij nîne. Em ê li qadên heşîn rêyên meşê çêbikin. Em ê qadên ku jin bikaribin wextê xwe lê derbas bikin ava bikin. Projeyên me yên em jê re dibêjin qadên heşîn dê çêbin.”
 
MA / Mehmet Aslan