ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê da û got: “Heke bi rastî jî polîtîkaya we ya şer û berfirehbûnê tune be, wê demê guftûgoyê bidin destpêkrin.” Ayşegul Dogan got ku ji bo serlêdana Îmraliyê jî tu bersiv nehatine dayin.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Ayşegul Dogan da zanîn ku yek ji mijarên esasî yên civîna wan a MYK’ê ya hefteya borî, geşedanên li Sûriyeyê bû.
‘HEVŞAREDARÊN WANÊ LI SER PEYWIRA XWE NE’
Ayşegul Dogan bal kişand ser biryara Dadgeha Bilind a têkildarî îadekirina mafên memnu yên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û got ku hevşaredar li ser peywira xwe ne.
GEŞEDANÊN LI SÛRIYEYÊ
Bi domdarî Ayşegul Dogan bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û wiha got: “Dema em li daxuyaniyên îktîdarê dinihêrin, dibêjin ‘Em ji bo ewlehiya Tirkiyeyê li Sûriyeyê ne.’ Weke DEM Partiyê em dibêjin ku rewşeke ku gefê li sînorên Tirkiyeyê bixwe tune ye. Ji bo YPG û YPJ’ê dibêjin ‘gefê li sînorên me dixwin.’ Bi vê hincetê qala kûrahiya 30 km’an dikin. Kûrahî ne bi vî awayî bi guftûgoyê dibe.
DAXUYANIYA MAZLUM EBDÎ
Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî di hemû daxuyaniyên xwe de dibêje ku ew ji bo pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin amade ne. Dibêje; ‘Em dixwazin çareseriyeke berfireh û yekparetiya Sûriyeyê diparêze dixwazin.’ Ev gotin, nîşaneya wê ye ku kurd ji bo ewlehiya sînorê Tirkiyeyê gef nînin. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê hev nagire. Li her derê qala aştiyê dikin lê li Sûriyeyê vê polîtîkayê dimeşînin. Ev nakokî ye. Em dibêjin ku heke hûn nexwedî polîtîkaya şer û berfirehbûnê bin, wê demê kerem bikin dest bi guftûgoyê bikin. Divê destekftiyên gelan weke gef neyên dîtin.
ELEQEYA WÊ YA BI MESELEYA KURD ÇI YE?
Baş e lê eleqeya vê ya bi meseleya kurd re çi ye? Efrîn û Qamişlo ji bo kurdan cihên girîng in. Êşa li wir li vir tê hîskirin. Mîna Silêmaniye û Hewlêrê. Divê ne gotinên şer, dijbertiyê lê têkiliyên dostane û xwişk-biratî esas bên girtin. Hewceye bangên guftûgo û pêwendiyan esas bên girtin.
JI BO XAKA KURDAN MODÊLA QEYÛMAN
Ji 2016’an ve xaka kurdan bi rêya qeyûman tê birêvebirin. Hewl didin vê modêlê mayinde bikin. Mafê bijartin û hilbijartinê û yê xwe bi xwe birêvebirinê yê kurdan tune tê hesibandin. Nikarin tiştekî ji hevşaredarên me re bibêjin ji ber ku li gorî proseduran bûn namzet. Qeyûm nebaşî ye, wêranî û talan e. Em dibêjin dest ji van polîtîkayan berdin û werin em tifaqa Kurd-Tirkan mezin bikin. Dev ji sepana qeyûman berdin.
EM AMADE NE BERPIRSYARTIYÊ LI XWE BIGIRIN
Di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de tiştekî em veşêrin tune ye, em amade ne bi destê tê dirêjkirin bigirin û berpirsyartiyê li xwe bigirin. Ji nûnertiyê heta muxatabiyê her tiş li holê ye. Ji bo ev nîqaş veguherin pêvajoyekê, divê naverok were dagirtin. Pêdivî bi serdemeke nû û bi zîhniyeteke nû heye. Birêz Ocalan di peyama xwe ya dawî de got; ‘Ez amade me.’ Tevî vê jî tu gavên şênber nehatine avêtin û qeyûman tayîn dikin.
EM Ê DESTÛRÊ NEDIN PLANA ÎKTÎDARÊ YA WANÊ
Me li Wanê her 14 şaredarî bi dest xistin. Bloqa îktîdarê jî tehemûla vê nekir û ji roja ewil ve ye di nava hewldanan de ye. Dixwazin îradeya Abdullah Zeydan hilbijartî tune bihesibîne. Xelkê Wanê destûr neda. Piştrast bin ku dê ji vir û şûnde jî destûrê nede. Divê bloqa îktîdarê ji bo îradeya xelkê Wanê rêzê bigire. Dadgeha herêmî çi biryarê bide jî tu rewşên ku nehêlin Zeydan hevşaredariyê bike li holê nînin û nikarin bikin sedema tayînkirina qeyûman.
SERLÊDANA ÎMRALIYÊ
Tecrîda li ser birêz Ocalan bi sala ye di rojeva me de ye. Ne mijara nîqaşên ji 1’ê cotmehê ve ye. Lê ev bang girîng in û hêza rêbertiyê ya birêz Ocalan jiyanî ye. Bi sala ye weke parlamenter em dixwazin biçin Girtîgeha Girava Îmraliyê. Ji bo vê em serlêdanan dikin. Serokwekîlên koma bi xwe ji Wezareta Dadê re şandin. Domandina tecrîdê binpêkirineke mafên mirovan e. Divê êdî dev ji vê îşkenceyê berdin. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Ji bo vê mijarê agahiyeke şênber nehat dayin. Wezîrê Dadê qala dema maqûl dike.
DEMA MAQÛL ÇI YE?
Gelo çi ye ev dema maqûl? Ev 10 roj derbas bûn. Dema em daraza Tirkiyeyê difikirin, ev dema maqûl tiştên baş nayînin bîra mirov. Divê hûn vê peyvê pênase bikin. Dive deriyên Îmraliyê bên vekirin û birêz Ocalan bikare bi awayekî azad biaxive. Divê raya giştî lê guhdarî bike. Her kes gotinên birêz Ocalan mereq dike.
JI BO SERLÊDANA HEVDÎTINA LI ÎMRALIYÊ TU BERSIV NEHATIN DAYIN
Wezareta Dadê heta niha tu agahiyên erêkirina hevdîtinê ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Sirri Sakik re neşandiye. Hevserokên me yên giştî jî serlêdan kirin lê hêj erênî yan jî neyînî tu bersiv nehatine dayin. Her wiha ji bo serlêdana koma me jî tu besiv nehatine dayin. Em dixwazin tecrîd were rakirin, hevdîtinên malbat û parêzeran bên kirin, mafên name û telefonan bên dayin.”