Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe

img

ENQERE - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan got: “Weke milet em nikarin asoya xwe bi 782 hezar kîlometrekareyan bisînor bigirin.” 

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Mîlletê ya li Beştepeyê di Torena Xelatên TUBÎTAK û TUBA’yê de axivî. Erdogan, di axaftina xwe de xeyalên xwe yên ji bo dagirkirina Rojhilata Navîn wiha vegot: “Tirkiye ji Tirkiyeyê mezintir e. Weke milet em nikarin asoya xwe bi 782 hezar kîlometrekareyan bisînor bigirin.” 
 
Bi domdarî Erdogan wiha got: “Dibêjin ‘çi karê Tirkiyeyê li Lîbya, Sûriyeyê heye.’ Dibe ku sedema vê fêm nekin. Yên nizanin bê ka Tirkiye çawa guherî ye, di fêmkirina bûyeran de dibe ku zehmetiyan bikişînin. Em ê dema xwe bi wan ve derbas nekin û bala me dê li ser hedefên me be. Di vê rêya pîroz de ez bawerim hûn jî dê berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”