Di navbera Tirkiye û Qazaxistanê de 20 peyman hatin îmzekirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Qazaxistanê Qasim Comerd Toqayev ve di navbera her du welatan de 20 Peyman hatin îmzekirin. 
 
Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Qazaxistanê Qasim Comerd Toqayev, di navbera her du welatan de 20 peymanên hevpar îmze kirin. Piştî hevdîtina Erdogan û Toqayev û 5'emîn Civîna Tevkariyê ya Asta Bilind, di navbera her du welatan de 20 peymanên hevpar hatin îmzekirin. 
 
Di vê çaçroveyê de "Biryara 5'emîn Civîna Tevkariyê ya Asta Bilind" û "5'emîn Civîna Konseya Tevkariyê ya Stratejik a Asta Bilind a Tirkiye-Qazaxistanê" ji aliyê Erdogan û Toqayev ve hatin îmzekirin.