Ayhan Bîlgen dê carek din bibe berdevkê HDP

img

ENQERE – Hat zanîn ku dê carek din ji nû ve Parlamenterê HDP’ê yê Qersê Ayhan Bîlgen bibe berdevkê HDP’ê. Piştî Bîlgen hat girtin ev demek bû Parlamenter Osman Baydemîr berdevkiya HDP’ê dikir. Di nav CHP’ê de jî dê hin peywîr bên guhertin. 

Roja 1’ê cotmehê Meclîs vedibe. Piştî vekirina meclîsê dê hilbijartina Serokatiya Meclîsê û endamên dîwanê li gel van jî serokwekîlên koma partiyan bên kirin. Bi çavekî teqez lê tê nêrîn ku dê serokwekîlên komên HDP’ê û AKP’ê heman kes bimînin. Lê hat hînbûn ku dê di nav CHP’ê de hin guhertinên peywîran pêk bên. Ev demeke der barê vê mijarê de li kulîsên CHP’ê tê axaftin. 
 
GOK Û ALTAY DEV JI PEYWÎRÊ BER DIDIN 
 
Li bendê ye Serokwekîlê Koma CHP’ê Levetn Gok ku niha birêve dibe bê guhertin. Tê payîn ku Engîn Altay jî dev ji peywîrê ber bide. Tê payîn ku Ozgur Ozel peywîra xwe ya serokweîliyê bidomîne. 
 
LI BENDÊ YE BÎLGEN BIBE BERDEVK 
 
Hat zanîn ku dê carek din ji nû ve Parlamenterê HDP’ê yê Qersê Ayhan Bîlgen bibe berdevkê HDP’ê. Piştî Bîlgen hat girtin ev demek bû Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr berdevkiya HDP’ê dikir.