• img

    Temellî: Soza me komara demokratîk, aştiyeke birûmet e

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku welat mehkûmî hiqûqa tecrîdê hatiye kirin û got: "Niha li 4 erdnîgariyan nêzî 45 milyon kurd dijîn. Eger em vê nehesibînin, em ê li vî welatî nikaribin aştiyê ava bikin. Ji bo vê îktîdarê soza me komara demokratîk, aştiyeke birûmet e."

  • img

    Tevgera Azadî civina 9 partiyên siyasî rexne kir

    Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) helwesta xwe ya li ser lîsteya Hevpeymana Kurdistanî eşkere kir û bi tundî civîna 9 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê rexne kir. Tevgera Azadî diyar kir ku ew ji bo civînê nehatine vexwendin û got: "Eger di pêşerojê de vê helwestê sererast nekin wê helwesta me hebe."

  • img

    ‘AKP, di ser dijminatiya bi kurdan re li ser piya disekine'

    Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê, bûyerên lînçkirina kurdan zêde dibin. Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Siddik Taş, anî ziman ku sedema vê yekê zimanê cihakariyî û şidetî yê Erdogan û îktîdarê ye û got: "Hikûmeta AKP'ê di ser dijminatiya xwe ya bi kurdan re li ser piya disekine."

  • img

    ‘Kurd ji bo ala demokrasiyê ba bibe têdikoşin’

    Endamê DÎB’ê Erdogan Aydin ê di Nobeta Demokrasiyê de axivî wiha got: “Mafê hilbijartinê yê kurdan hatiye binpêkirin. Hûn ji bo ala demokrasî û edaleta Tirkiyeyê ba bibe têdikoşin.”

  • img

    Nobeta Demokrasiyê: Hûn nikarin stran û kilamên me bêdeng bikin

    Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê li navçeya Qoserê dewam kir. Girseyê stran got lê polîsan hewl da asteng bikin. Jinek ji nav girseyê qîr kir û got: “Hûn nikarin stran û kilamên me bêdeng bikin.”

  • img

    Foza Yusuf: Kurd li ku bin ew der bi hêz e

    Endama Rêveberiya TEV-DEM'ê Foza Al Yusuf, bal kişand ser civîna Rûsya Îran a li Enqereyê û diyar kir ku ev civîn berdewama Astanayê ye û dixwazin pergala Netew-Dewletê li Sûriye biparêzin û got: "Berdewama pergala beriya salên 2011'an ji bo gelê Sûriye întîxar e." Yusuf, ziyareta Serokomar Erdogan a DYA'yê jî nirxand û diyar kir ku xuya dibe Erdogan tişta dixwest li DYA'yê bi dest nexistiye. Yusuf, hewldanên herêmê yên dîplomasiyê jî bibîrxist û anî ziman ku hewldanên dîplomasiyê didomin. Lê 100 salin li ser gelê Kurd ambargoya dîplomasî heye. Yusuf, da zanîn ku êdî Kurd xwedî hêz in û Kurd li ku bin ew der bi hêz e.

  • img

    Kûbîlay ji Erdogan re got: NY ne Studyoya A Haberê ye

    Hevberdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay, diyar kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê qeyûm tayînê vîna 20 mîlyon welatiyan kir û derbarê Erdogan ê di NY a de jî axivî wiha got: "Hat fêmkirin ku Erdogan çima vê carê behsa vîna gel nekir. Ji xwe nedikarî behs bike. Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ne Studyoya A Haberê ye. Erdogan mîna Efrînê dixwaze paqijiya etnîkî bike. "

  • img

    Olûç: Pakêta darazê dê rolek pozîtîf neleyîze divê guhertinên micid bên kirin

    Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku pakêta darazê duh bi şev dane HDP’ê û got: “Pakêt bersiv nade pêdiviyan. Dê tu rola pozîtîf neleyîze. Neçarin ku di TMK û TCK’ê de di warê mijara azadiya raman û îfadekirinê guhertinên micid pêk bînin.”

  • img

    Hevdîtinên şandeya HDP’ê yên li DYA’yê bi dawî bûn

    Di rojeva hevdîtinên şandeya HDP’ê yên DYA’yê de, pêşketinên siyasî yên li Tirkiyeyê, biryara ji nû ve girtina Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê kirin, hebûn.

  • img

    Gunay: Em şaredariya xwe ya hatiye xespkirin ji wan re nahêlin

    Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê di roja 36'an de Nobeta Demokrasiyê berdewam kir. Di nobetê de parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, diyar kir ku gel bi xwîna eniya xwe şaredarî bi dest xistiye û ewê vîna hatiye xezpkirin ji qeyûm re nehêlin.

  • img

    Parêzerên Yulsekdag: Dest bi pêvajoya komployek nû kirin

    Parêzerên Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, derbarê biryara ji nû ve girtina Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hat dayîn de daxuyanî dan û gotin: “Dest bi pêvajoya komployeke nû hatiye kirin. Emê daxwaza xwe ya azadiyê bidomînin.”

  • img

    Gulum: Tu rewabûneke hikûmetê nemaye

    Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, girtina hevşaredarên Pasûr û Qereyaziyê û tayînkirina qeyûman rexne kir û got, tu rewabûneke hikûmetê nemaye.

  • img

    Temellî bang li Meclîsê kir: Li dijî pergala bêbinî îradeya xwe nîşan bide

    Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî beriya civîna PM’ê mijarên di rojevê de nirxand û got: “Pergala Hikumetê ya Serokkomariyê pergalek bêbinî ye. Me dît ku ev pergal naçe serî. Ez bang li Meclîsê dikim gavek berê gavekê îradeya xwe deyne holê.”

  • img

    Partiyên Kurd: Navnîşana hemû pirsgirêkan TBMM ye

    Partiyên Kurd, diyar kirin ku ji bo pêşî lêgirtina siyaseta legal a Kurd kompoyek tarî hatiye organîze kirin û gotin: "Navnîşana hemû pirsgirêkan TBMM ye."

  • img

    Ji Erdogan îtîrafa biryara girtina Yuksekdag û Demîrtaş: Em wan bernadın

    Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, xwedî li biryara girtina hevserokên berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahatîn Demîrtaş derket û got ku ew ê wan bernedin.

LÊGERÎN