• img

    Guzel: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin

    Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ya ji bo piştevaniyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê ket greva birçîbûnê ya ji bo 3 roan got: "Em ê bi berxwedanê ber bi serketinê ve biçin."

  • img

    Demîrtaş: Ez cezayê daraza ku bi emrê îktidarê biriye nas nakim

    Cezayê bi îdiaya "propgandaya rêxistinê" li Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureyya Onder hat birîn hat pesendkirin. Demîrtaş bertek nîşanî vê biryarê da û got: "Ez ne cezayê daraza bi emrê îktîdarê daye û ne jî gefên wê nas nakim."

  • img

    Buldan: Mifteya li deriyê Îmraliyê dadan, li deriyê demokrasî aştî û edaleta Tirkiyeyê dadane

    Hevseroka Giştî yê HDP'ê Pervûn Buldan, vê hefteyê di civîna komê de bêtir bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Buldan, destnişan kir ku mifteya li deriyê Îmraliyê hatiye dadan, li deriyê demokrasî, aştî û edaleta Tirkiye û vîna gelan hatiye dadan.

  • img

    Navê wekîlên li Meclîsê dê bikevin greva birçîbûnê diyar bû

    Navê parlamenterên HDP’ê yên li Meclîsê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bikevin çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan diyar bû.

  • img

    Temellî: Heta tecrîd hebe tu pirsgirêk çareser nabin

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, parlamenterên HDP'ê yên li Mêrsînê li dijî tecrîdê ketin grevê birçîbûnê ziyaret kir û got: “Tecrîd meseleya hemû gelê Tirkiyeyê ye. Heta ku ev pirsgirêka tecrîdê çareser nebe tu pirsgirêkên din ên Tirkiye çareser nabin. Heta tecrid ranebe tu şensê me tune ku em pirsgirêkên din ên Tirkiye çareser bikin."

  • img

    KCD: Em hikûmetê şiyar dikin ku dawî li tecrîdê bîne

    Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn ji bo pêdiviya gelan şexsiyetekî dîrokî û girîng e. Ozturk hikûmeta AKP'ê hişyar kir û got: "Em carek din bang li Hikûmeta AKP'ê dikin ku tecrîda mutlak bi dawî bikin û polîtîkayên ku pêşeroja gelan tarî dike bi dawî bikin. "

  • img

    Berdevka YPJ’ê: Tirkiye hewl dide rewşek tevlihev ava bike

    Berdevka YPJ‘ê Nesrîn Abdullah di Foruma Navneteweyî ya "Guhertina Demografî û Qirkirina Nijadî ya li Efrînê" de axivî û got: "Sûriyê bûye qada Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Heya niha tu şer mîna wê rû nedane. Tirkiye hewl dide rewşek tevlihev a siyasî, erdnîgarî û civakî li herêmê biafirîne."

  • img

    Hevserok jî di navde 10 parlamenterên HDP'ê li meclîsê dikevin grevê

    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di nav de 10 parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê dikin. Dîsa li hemû bajarên HDP wekîl bijartiye dê grevên birçîbûnê dest pê bikin.

  • img

    Oluc: Nûnerên gel û rêxistinên demokratîk dê namzetan diyar bikin

    Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluc, têkildarî xebatên hilbijartina 31'ê Adarê axivî û diyar kir ku ew dê 95 şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine ji di navde 105 şaredariyên xwe dîsa bistînin û li gel vê yekê dê 30 şaredariyên nû li ser şaredariyên xwe zêde bikin. Oluc, da zanîn ku dê namzetên xwe ji aliye nûnerên gel û rêxistinên demokratîk ve hilbijêrin. Oluc, bal kişand ser diyarkirina namzetan û wiha got: "Her bajar dê namzetê xwe diyar bike. Rêxistinên me yên bajaran dê bi hilbijartinê namzetên xwe diyar bikin."

  • img

    Buldan: Heta ku mifte li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştiyê dest pê nake

    Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya Rêxistina HDP’a Îzmîrê de axivî û got: “Yên ku têgihiştinek dibêjin li Osloyê pêvajoyek nû dest pê kir, bila viya dizanibin heta ku mifteyek mezin li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştî û muzakereyê qet dest pê nake.”

  • img

    Temellî: Desthilatdarî bi tecrîdê êrîşî gelên Tirkiyeyê dike

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî yê beşdarî Sempozyûma Çandiniyê bû, diyar kir ku xwedî derketina çalakila Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdê derketin û got: "Tecrîd êrîşeke berfireh a desthilatdariyê ye. Em carek din ji bo Leyla Guven a li dijî tecrîd derdikeve silav û rêzên xwe pêşkêş dikin."

  • img

    Mizrakli: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna aştiyê ye

    Parlementerê HDP'ê yê Amedê Selçûk Mizrakli diyar kir ku têkoşîna ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê, di asasê xwe de têkoşîna ji bo aştiyê ye û got: "Ji bo astengiyên li pêş azadiyê rabin, ji bo aştî, edalet û demokrasiyê divê dawî li tecrîdê bê."

  • img

    Ocalan: Em çalakiya Leyla Guven mezintir bikin

    Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan di kongreya Rêxistina HDP'ê ya Haliliyê de axivî û wiha got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo dawî li Tecrîdkirina Îmraliyê bê 24 rojin di greva birçîbûnê de ye. Divê em bêtir dengê çalakiya Leyla Guven bilind bikin û deng bidin dengê wê. Divê em çalakiya wê mezintir bikin. Roj roja ku em dengê wê bilindtir bikin e. "

  • img

    Buldan: Leyla Guven li dijî zaliman nûnera berxwedanê ye

    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya partiya xwe ya Mûglayê de axivî û got: “Leyla Guven a 24 rojin li Girtîgeha Amedê di greva bîrçîbûnê deye, li dijî zilmê nûnera barxwedan û pêşanga gelên Kurd û Tirkiyeyê ye.”

  • img

    KNK'ê piştgirî da Tevgera Azadî

    Şandeyeke KNK’ê li dijî hewldanên girtina Navendên Tevgera Azadî, bi armanca piştgiriyê Navenda Tevgera Azadî ya Kurdistanê ziyaret kir.

LÊGERÎN