Abdullah Ocalan: Li ser bingeha dersên pêvajoya rexne û rexnedayînê serkeftinê dixwazim
- polîtîka
- 13:25 14/6/2019
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di hevdîtina 12'ê Hezîranê ya bi parêzerên xwe re pêk anî, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê peyamek şand. Ocalan, di peyamê de got: “Ez hevî û daxwaz dikim ku bi taybetî rêhevalên ku ev pêvajo ji kur ve jiyan berî her tiştî di aliyê bedenî, ruhî û fikrî de bi baldarî li xwe binerin. Li ser bingeha dersên pêvajoya rexne û rexnedayînê serkeftinê dixwazim."