• img

    Jinên Sêrtî: Di hilbijartinê çi bikeve ser milê me em ê bikin

    Li Sêrtê jinan destnîşan kir ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de reqorê bişkînin û ji bo ew 3 wekîlan bi dest bixin çi ji destê wan bê ew ê bikin.

  • img

    Togrul: Îtifaqa xwezayî ya hêzên demokratîk dê îtifaqên din birûxîne

    Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, destnîşan kir ku dê hêzên civakiyî yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê îtifaqeke demokratîk a xwezayî çêkirine, dê herdu îtifaqên rastgir birûxîne. Her wiha Togrûl bi lêv kir ku bêyî kurdan dê tu îftifaq nikaribe Tirkiyeyê bi rê ve bibe.

  • img

    Temellî bang li AKP’ê kir: Dawî li peymana Îsraîlê bînin

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di civîna koma partiya xwe ya meclîsê de polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî Îsrailê rexne kir û xwest peymanên bi Îsraîlê re bi dawî bike. Temellî ji AKP'ê xwest peymanan bînin meclîsê û hemû bi hevre betal bikin.

  • img

    Ji Partiya Vatanê îstîfa kirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê

    90 endam û Serokê Partiya Vatanê ya Amedê, li ser daxuyaniya Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek ên “Ger ez bibin desthilatdar, ez ê HDP’ê bigirim” li avahiya partiyê daxuyanî dan û ji partiyê îstîfa kirin. 90 siyasetmedarên îstîfa kirin gotin ew ê dengên xwe bidin HDP’ê.

  • img

    HDP'ê soza 'Jiyanek nû' da 80 milyon gelê Tirkiye

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beriya hilbijartina Zordest a 24'ê Hezîranê danezana ku ji 88 rûpelan pêk dihat parve kir û soza jiyanek nû da 80 milyon gelê Tirkiye. Di danezanê de diyar kir ku ew dê di qada demokrasi, azadî, edalet, jiyana civakî û aborî de jiyanek nû ava bikin.

  • img

    Buldan: Temenê wan bi qasî mohrekê maye
    Temellî: Dengek ji HDP’ê re û dengek ji Demîrtaş re

    Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî danezana hilbijartinê aşkere kirin û gotin: "Netew, bawerî û kedkar dê hemû benden li pêşiya HDP’ê hilweşînin. Emrê AKP’ê bi mohrekê maye. Divê hemû aligir û hêzên demokrasiyê li derdora HDP’ê bibin xelek.”

  • img

    Manîfestoya Demîrtaş aşkere kirin: Ez têm ku em dawî li pergala yek mirovî bînin

    HDP'ê manîfestoya Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş aşkere kir. Demîrtaş di manîfestoya xwe de got “Ez wekî Serokomarekî têm kudawî li pergala yek mirovî bînim." Demîrtaş di manîfestoyê de diyar kir ku ew dê aştiya polîtîkayên derve, makeqanûna demokratik pêş bixin, OHAL'ê rakin, aboriyê rast bikin, jibo jinan polîtîkayên pozitif pêş bixin û ji bo her ciwanekî mehê 500 TL kartca ciwantiyê bidin. Demîrtaş, da zanîn ku dê ji bo kesên astengdar Wezareta Mafê Astengdaran ava ava bikin û ji bo elewiyan îbadetxaneyan ava bikin û ji bo hemû mafan azadiyê pêş bixin.

  • img

    Temellî: Dem dema guhertinê ye

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî bi xebatkarên çapemeniyê re hat cem hev. Temellî diyar kir ku ew dê di 25'ê Hezîranê de bi heviyek nû û rojek nû hişyar bibin û wiha got: “Êî dem dema guhertinê ye."

  • img

    Hilbijartina Iraqê bi dengdayînan didome

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, li paytexta Iraqê Bexdayê dengê xwe da. Dema deng avêt sindoqê got: “Hilbijartin gelek girînge û wê pêşeroja me diyar bike.”

  • img

    Bîlgen: Em ê neqşerêya ku Tirkiye ji yek zilamî xelas bikin aşkere bikin

    Hevberdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku ew dê danezana xwe ya hilbijartinê 14'ê Gulanê aşkere bikin. Bîlgen anî ziman ku danezana wan nexşeya sazkirina qanûna bingehîn a demokratîk e û got: "Em dê nexşerêya ku çawa dawî li pergala yek zilamî bînin aşkere bikin."

  • img

    Buldan: Divê bi qasî ku nikaribin bidizin dengê HDP’ê zêde bin

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Buldan, diyar kir ku piştî îktîdarê got “HDP’ê di sindoqan de veşêrin", zextên li ser HDP'ê dê zêdetir bibin û wiha got: "HDP dê bi nûnertiyek xurt serkeftinê bi dest bixe. Divê bi qasî ku nikaribin me di sindoqan de veşêrin û dengê me bidizin dengê me zêde bin."

  • img

    Muharrem Înce Demîrtaş ziyaret kir

    Namzetê Serokkomariyê yê CHP'ê Muharrem Înce, namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ziyaret kir.

  • img

    Malên Gel dê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê

    Hevserokên Malên Gel Dîlşat Aktaş û Nûrî Guney, bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê.

  • img

    Buldan: Gelê me dê bi hêza xwe ya cewherî wan bend û îtifaqan hilweşîne

    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan got: “Her du îtifaq jî li dijî HDP’ê ava bûne. Xwestin bi vî awayî me di bin bendê de bihêlin. Lê em ê wan bendan bi hêza cewher a gelê xwe hilweşînin.”

  • img

    ‘Ne manîfestoya hilbijratinê ya şer e'

    Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan di kongreya Bajar a Stenbolê de manîfestoya hilbijartinê ya AKP'ê aşkere kir. Erdogan diyar kir hedefa wan a sereke dê hilberîna çekên helîkopter, ÎHA û SÎHA'yan zêde bikin. Siyasetmedarên sosyalîst û demokrat bertek nîşanî vê manifestoya hilbijartinê ya AKP'ê dan û diyar kirin ku ev “manifestoya şer" e û tu qîmeta wê di nava gel de tune ye.

LÊGERÎN