HDP'ê ‘Deklarasyona çareseriya pirsgirêka kurd’ eşkere kir: Ocalan û 24’ê Hezîranê ji bo aştiyê hêvî ne
- polîtîka
- 11:49 23/5/2018
Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca “Deklarasyona çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd” eşkere kir. Uca destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re pêkan e û got: “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di navbera salên 2013-2015’an di dema pêvajoya diyalogê de, wekî aktorekî nîşan da ku ew muxatabekî xurt e û dikare pirsgirêkê çareser bike. Di vê serdemê de piraniya civaka Tirkiyeyê jî wekî muxatab birêz Ocalan qebûl kiribû. 24’ê Hezîranê ji bo aştiyeke mayînde û birûmet hêvî ye.”